Serpîl Savumlu: Bultena Mor dengê hemû jinan bû

12:14

JINHA

STENBOL – Piştî ku ÎMC TV bi biryara KHK’ê hat girtin, Mor Bultena ku dengê jinan bû jî dê êdî nema karibe weşana xwe berdewam bike. Editora Mor Bultenê Serpîl Savumlu bertek nîşanî girtina radyo û teveyên muxalîf yên ku bi biryara KHK’ê hatin girtin da û diyar kir ku Mor Bulten dengê hemû jinan bû û dê jin destûrê nedin denê wanê yê ku tê xwestin bê birîn.

Bertekên li dijî girtina TV û radyoyên ku bi qanûna bi navê Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) berdewamdikin. Bi girtina ÎMC TV ya ku bi biryara (KHK) hat girtin re, bernameya Mor Bulten ya ku dengê hemû jinan bû jî dê nema karibe bê weşandin. Edîtora Mor Bultenê Serpîl Savumlu jî bertek nîşanî biryara KHK’ê da û diyar kir ku Mor Bulten dengê hemû jinan bû.

‘Dê jin destûrê nedin ku Mor Bultena dengê wan e’

Serpîlê destnîşan kir ku dê jin li bultena kudengê wan e xwedî derkevin ûaxaftina xwe wiha berdewam kir: “ Jin bi taybetî di vê serdemê de hem li rojava û hem jî li rojhilatê tirkiyeyê dengê xwe derdixin û li mafên xwe xwedî derdikevin. Her wiha dê jin destûrê nedin girtina Mor Bultena ku dengê wan bû. Ji ber ku jinan nûçeyên xwe bi riya vê bultenê diweşandin.”

(dyc-bk/mg/ mk)