Li 13 gundên Licê û Hênê qedexe hat îlankirin

12:47

JINHA

AMED -Dewleta Tirk li 13 gundên Licê û Hênê yên Amedê ‘qedexeya derketina derve’ îlan kir.

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de got ku wê li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê “operasyon” bêne lidarxistin û ji ber vê li van gundan “qedexeya derketina derve” hatiye îlankirin. Di daxuyaniya de ku li ser malpera walîtiyê hat dayîn, li gundên Çemê Elîka, Xiraba, Korxa, Marke, Xweylîn, Xanakelê, Dêrqam û Comelaş ên girêdayî Licê û gundên Nêrba Topalan, Şelê, Babex, Serd û Tewîl ên girêdayî Hênê îro saet ji 05:00'an heta fermana duyemîn “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.

(rc)