Dê jin hemû êrîşan vala derxînin
13:43
JINHA
ADANA –  Meclisa Jinan ya herêma HDP’a Çukurovayê  li Edeneyê civîn li dar xist.  Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ya ku beriya civînê axivî diyar kir ku dê hemû êrîşên li hemberî jinan vala derxînin.
Civîna Meclisa Jinan a HDP’a  herêma Çukurovayê li Edeneyê bi bi şiyara  “Ji inyadê re azadiya jinê” hat lidarxistin. Di civîna ku hat lidarxistin de  parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş,  Endama MYK’a HDP’ö  Fatma Kurtulan, Endama Pema HDP’ê Dîlek Yagli û gelek kesêndin jî amade bûn.  Parlamenter Meral Daniş Beştaş ya ku beriya civînê axivî diyar kir ku li hemberî îradeya jinê darbe hatiye kirin û wiha got: “ Em ê li hemberî  hemû polîtîkayên çewisandinê yên ku li dijî jinan tên meşandin li ber xwe bidin û hemû polîtîkayên qrêj yên dewletê ku li dijî jinan dide meşandin vala derxînin. ” 
Her wiha meral destnîşan kir ku  bêhiqûqiyên ku di bin navê KHK’ê de tên kirin  û diyar kir ku ev bê hiqûqî di serî de jinan hedef digirin.  
(fz/gc/mk)
