Dayikên Şemiyê: Em ê bibin dengê çapemeniya azad
15:12
JINHA
STENBOL - Dayikên şemiyê yên ku lêgerîna xweya edaletê di hefteya xwe ya 601’emîn de vê hefteyê jî berdewamkirin, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de êrîşên li ser çapemeniya muxalîf şermezar krin û wiha gotin: “ Ev 21 sal e ku dengê me tenê ji aliyê çapemeniya azad ve ji cîhanê re hat ragihandin. Ji ber vê em ê jî bibin dengê çapemeniya azad ya ku bû dengê me.”
Çalakiya heftane ya Dayikên Şemiyê ya ji bo winda bên dîtin û li kiryarên wan bê pirsîn wekî her carê di hefteya 601'emîn de li Qada Galatasarayê berdewam kir.
‘Çapemeniya azad nayê bêdengkrin’
Di çalakiyê de ewil hevjîna winda Fehîm Tosun, Hanim Tosun axivî û balk kişand ser girtina televîzyon û radyoyên muxalîf û wiha got: "Tenê çapemeniya ku dengê me li cîhanê belav dike çapemeniya azad e. Hûn vî welatî bi ku ve dibin? Hûn qala çapemeniya azad dikin lê ka çapemeniya azad."
Birayê Kenan Bîlgîn ê di binçavan de hat windakirin Îrfan Bîlgîn jî axivî û bal kişand ser girtina weşanên mûxalîf, televîzyonan û wiha axivî: "Çima hûn ewqas ji çapemeniyê ditirsin? Ji ber ku rûyê we qirêj derdixe holê hûn jê ditirsin? Hûn çi dikin bikin dê rastî derbikevin holê."
Dê bibin dengê wan
Piştî Bîlgîn, birayê Hayretîn Eren ê di binaçvan de hat windakirin Faruk Eren jî axivî û berteka xwe ya der barê êrîşên li dijî çapemeniyê wiha anî ziman: "Em ê nivîsandinê û derxistina rastiyan bidomînin. Em ê ji bo radyoyên hatin girtin li derve bibin deng.”
'Bila ceza li kiryarên Şen bê birîn'
Daxuyaniya çalakiyê ya vê hefteyê rêvebera ÎHD'a Stenbolê Evrîm Baykondu xwend. Baykondu diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û wiha got: "Em dirêjkirina OHAL'ê rewa nabînin. Desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û dirêj dike."
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.
(mk)