Mamosteyên Hesekê ji bo serjimariyê amade ne

16:25

JINHA

HESEKÊ –Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rojava sîstema pêkanîna projeya serjimariyê li bajarê Hesekê bi civînekê ji mamosteyan re şîrove kir.

Li tevahiya Rojava û herêmên azadkirî yên bakûrê Sûriyê dê xebatên serjimariyê were kirin. Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Rojava xebata serjimariyê birêve dibe û mamoste jî erkdarin ku serjimariyê bikin. Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi vê mebestê ji mamosteyan re civînek hat li dar xistin û çawaniya meşandina xebatên serjimariyê ji wan re hate şîrovekirin.

Civîn li Salona Reşo ya taxa Mişêrfe ya bajêr bi amadebûna, Hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk a kantona Cizîrê Xelîl Osman, rêveberên Desteya Perwerde û fêrkariyê û hezar û 300 mamosteyên kurd û ereb hate lidarxisitn.

Endamê Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rojava Hesen Temo armanca serjimariyê û mekanîzmeya pêkanîna wê ji mamosteyan re şîrove kir û ev tişt anî ziman: "Projeya serjimariyê dê karibe hejmarê welatiyan û koçberan diyar bike. Erka vê projeyê li ser milê mamosteyan e. Ji ber ku mamoste pêşengên civakê ne. Em di wê baweriyê de ne ku dê karibin erka xwe bi cih bînin û hêvî dikin ku gel jî bi wan re bibe alîkar."

Di civînê de Hevserokê Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman jî axivî û diyar kir ku, ev proje ji bo pêşerojê girîng e û got: "Piştî rizgarkirina bajarê Hesekê ji hêzên Rêjîmê dê ev proje bibe serkeftina duyemîn."

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrbûnê ya bajarê Hesekê Nesrîn Reşîk ji destnîşan kir ku, xebat bi giranî bi pêşengiya mamosteyên jin tên rêve birin û wiha axivî: "Di civînê de, me ji wan re mekanîzmeya pêkanîna serjimariyê û erka ku dikeve ser milên wan şîrove kir. Mamosteyan jî piştgiriya xwe anîn ziman. Em hêvî dikin, xebata serjimariyê li Hesekê jî bi serkeftî encam bibe."

Nesrîn di dawiyê de jî diyar kir ku dê rojên pêşiya me de serjimariya bajarê Hesekê pêk bê.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(ls/en/rc)