Li Rojhilata Navîn pergaleke nû ya bêyî kurdan ne pêkan e

16:43

JINHA

STENBOL – Hevseroka DBP’ê Sabahat Tuncel di civîna partiya xwe ya li setenbolê de axivî û wiha got: “ Di lîteratura me de stûxwarî tune ye. Ji ber ku têkoşeran dîrok nivîsandiye. Li pêş me serdemeke zahmet heye û em bi berpirsiyariya vê serdemê tevdigerin. Ji bo hemû serde zor bûn divê ku dewlet jî vê baş bizanibe.”

Li avahiya Partiya Demokratîk a Herêman ( DBP) a Stenbolê bi tevlibûna hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel der barê pêvajoya siyasî ya dawî de civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di Civîna ku gelek rêveberên navçe û bajaran ên DBP’ê tevli bûn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdan dest pê kir de Hevserok Sabahat Tuncel axivî û diyar kir ku di lîteratura wande sitûxwarkirin nîne ji ber ku dîrok ji aliyê têkoşeran ve hatiye nivîsandin.

‘Darbeya siyasî di dewrê de ye’
Sebahatê diyar kir ku Operasyonên siyasî yên li ser gelê kurd berdewam dikin û wiha axivî: “ Binçavkirina kedkarên perwerdeyê mînaka vê ye. 150 kedkarên perwerdeyê hatin binçavkirin. Kurdbûna van kedkaran ne tesaduf e. Niha jî di dorê de kedkarên tenduristiyê hene.”

‘Divê li dijî morkirina kanalên çapemeniyê em bêdeng nemînin’

Sebahatê bal kişand ser operasyonên di bin navê FETO de jî û êrîşên li ser çapemeniyê û evtitş got: “ Operasyonên AKP û cemaetê herdem li dijî kurdan hatine kirin. Êrîşa li ser kanalên muxalîf jî di vê çarçoveyê de ye ji ber ku ev kanalên hatine reşkirin dengê elewî û kurdan e. Kanala kurdî ya xêzefîlman mînaka vê ye.”

(ro/dk/mk