ROJEVA 2'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Dayika Rabia Mihemed Şerîf piştî ku keç û kurê xwe di şerê têkoşîna azadiyê gelê kurde de winda dike, hesret û jana dilê xwe bi helbestan tîne ziman.
*Hevseroka TUHAD-DER Diyarê Salîha Bakirê diyar kir ku li girtiyan pêkanînên herî dijwar tên ferzkirin û got di heman demê de zext li malbatan tên kirin, faşîzma 12’ê îlonê tê jiyandin.
*Jinan bertek nîşanê gotinên nîjadperest yên Wezîrê Ciwan û Sporê Akîf Çagatay Kiliç dan û gotin wê li kolanan, dibistan û li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin.
*Li Kobanê cotkarên ku çandiniya kunciyan kirine, ji berhema îsal keyfxweşin.
*Di encama êrîşa ku di 16 Tebaxê de hêzên Esed li Hesekê pêk anîn de Şervana YPJ’ê Axîn Oncel (Leyla Rizgar) bû cangoriya Kurdistanê û jiyana xwe ji dest da. Axîn di temenê xwe yê bîçûk de li hemberî pergala desthilatdar têdikoşiya. Dayika Axînê Husnugulê diyar kir ku Axînê kêfxweşiya xwe jî û tengasiyên xwe jî bi sûrên Amedê re parve dikirin û got ku Arînê di roja xwe ya dawî de bîranina xwe ya dawî nemir kir.
* Li Nisêbînê cenazeyên ciwanan hîna li pişt têlan bi awayekî kêfî tên sekinandin. Hevseroka MEYA-DER’ê Gulbeyaz Guneşê bang li hemû gel kir ku hêjayî berxwedana xwe xwedî li cenazeyan derkevin.
*Zahîde Ondeş ya ku kumandaya televîzyonê tamîr kir û dest bi teknîkê kir, ji televîzyonê heta kompîturê gelek alavên teknîkî tamîr dike û bi xesasiyeta jinê karê xwe diguhere hunerê.
*Li Kampa penaberên Şengalê ya Fîdanê zarokên êzidî kolan bi kolan digerin û bi stranan êş û birînên xwe dipêçin. Zarokan diyar kirin ku, ew bi stanên xwe malbat û welatiyên kampê kêfxweş dikin.
*Hevşaredara bajarê Girkê Legê Heznê Temo têklildarê tayyînkirina qeymûnan ya li ser şaredariyên bakûrê Kurdistanê diyar kir ku, Divê were zanîn ev şaredarî yên gel in, kes nikare wan dagir bike. Ev gel bi felsefeya azadiyê xwe pêşxistiye û kesek nikare gelê me ji azadiyê dûr bixîne."