'Şaredarî yên gel in kes nikare dagir bike'
09:01
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊ LEGÊ- Hevşaredara bajarê Girkê Legê Heznê Temo têklildarê tayyînkirina qeymûnan ya li ser şaredariyên bakûrê Kurdistanê diyar kir ku, Divê were zanîn ev şaredarî yên gel in, kes nikare wan dagir bike. Ev gel bi felsefeya azadiyê xwe pêşxistiye û kesek nikare gelê me ji azadiyê dûr bixîne."
Li Tirkiyeyê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê û îlankirina Rewşa Awerte operasyonên qirkirinê ya siyasî, çandî û leşkerî li hember hewra mûxalîf bê navber berdewam dike. Di çerçoveyê êrîşên dewletê de li bakûrê Kurdistanê şaredariyên ku bi vîna gel hatine hilbijartin, qayûm lê hatin tayyînkirin. Derbarê tayyînkirina qayûman de Hevşaredara bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê Heznê Temo ji ajansa mera nirxandin kir.
'Ew ê nekaribin pêşiya li vîna gel bigrin'
Heznê diyar kir ku, şaredarî bi vîna gel hatî hilbijartin û got ku hêza tu kes wê nekaribe pêşî li vîna gel bigre. Heznê tayyînkirina qayûman yên li bakûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirkiyeyê helwestên derveyî rêgezên exlaqî raber dike. Şaredarî karê xizmetê dikin, lê li Tirkiyeyê êrîş li ser şaredariyên me kirin. Lê çi dibe bila bibe ew nikarin pêşiya vîna gelê me bibin asteng. Ew dixwezin bi va kiryarên derveyê hûquqê jî gelê me bixin nav metirsiyê û kaniya jiyana me bixitimîn in. Lê dê keseke nikaribe vê ser bixîne."
'Kes nikare gelê me ji azadiyê dûr bixe'
Heznê destnîşan kir ku, hikûmeta AKP'ê bi rengeke aşkere dixwaze vîna gel têk bibe û got ku, tevahî hêzên desthilatdar jî pêşberî dagirkeriyê bêdeng dimîne. Heznê anî ziman ku mafê dewletê nîne wiha vîna gel dagir bike û wiha domand: "Divê were zanîn ev şaredarî yên gel in, kes nikare wan dagir bike. Ev gel bi felsefeya azadiyê xwe pêşxistiye û kesek nikare gelê me ji azadiyê dûr bixîne. Rêber Apo ev felsefe fêrî me kiriye."
'Em ê doza mafdar heya dawî destek bikin'
Heznê ji gel jî xwest ku xwedî li vîna xwe ya siyasî û şaredariyên xwe derkevin û pêde çû: "Em ê wek gelê Rojava û Şaredariyên Gel heya dawiyê piştgirî bidin gelê me yê bakûrê Kurdistanê. Heya hêz di me de hebe, em ê vê doza mafdar jî destek bikin. Ez bang li gelê me li Rojava jî dikim ku ew jî deng û nerazîbûna xwe li dijî van qeyûman nîşan bidin."
(en/rc)