Rabîa êş û jana dilê xwe bi helbestan parvedike
09:03
Şêrîn Zêrevan/JINHA
QAMIŞLO– Dayika Rabia Mihemed Şerîf piştî ku keç û kurê xwe di şerê têkoşîna azadiyê gelê kurde de winda dike, hesret û jana dilê xwe bi helbestan tîne ziman.
Rabia Mihemed Şerîf (59) li bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê dijî. Rabia keç û kurê xwe di şerê têkoşina azadiya gelê kurd de winda dike. Keça Rabia ku endama YJA STAR’ê ye Cîhan Cûdî di sala 1999'an de, kurê wê Kamîran (Olîn Nûrheq) jî di sala 2002'an de jiyanan xwe ji dest didin. Rabîa jî wek hemû dayikên ku zarokên xwe winda dike dilê wê tijî êş û elem e. Dayika Rabia heskirin û bêrikirina li hemberî zarokên xwe bi lorîn, helbest û stranan tîne ziman. Ew helbestên xwe jî diyariyê zarokên xwe û dayikên ku zarokên xwe winda kirine dike.
‘Li ser daxwaza keça xwe dest bi helbesta kir’
Rabîayê diyar kir ku piştî ew zarokên xwe wenda kiriye dest bi helbestan kiriye û êşa xwe bi helbestan vedibêje. Rabîayê da zanin ku, li ser wesiyeta keça xwe Cîhanê dest bi helbestan kiriye û wiha axivî: “ Cîhan di sala 1996'an de dest bi xebatên di nav gel kir. Cîhan piştre çû çiyayên Kudistanê. Tiştên xwe ji min re şand. Di nav tiştên wê de helbestek jî hebû. Ji min xwestibû ku dema şehîd bikeve ez vê helbestê ji bo wê bêjim. Min jî di merasîma cenazeya wê de ev helbestê got û min dest bi helbestan kir. "
Rabayê diyar kir ku her çiqas xwendin û nîvisandian wê tune be jî helbestên jê tên xwestin vedibêje û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di sala 1998'an kesek ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan helbesteka hatibû nivisandin min re şandin û min jî wê helbestê xwend.” Rabîayê piraniya helbestên xwe ji bo zarokên xwe yên têkoşer bi hestên welatparêzî dibêje. Bi vî awayî jî bêrîkirin û êşa xwe ya kûr ji gel re parvedike.
(en/ho/rc)