Li girtî û malbatên wan pêkanînên 12’ê îlonê

09:05

Bêrîtan Canozer /JINHA

AMED – Hevseroka TUHAD-DER Diyarê Salîha Bakirê diyar kir ku li girtiyan pêkanînên herî dijwar tên ferzkirin û got di heman demê de zext li malbatan tên kirin, faşîzma 12’ê îlonê tê jiyandin.

Li ser girtiyên siyasî zext û pêkanînên mafên mirovan di asta herî jor deye. Li dijî jinan bi taybet polîtîkaya îşkenceya zayendî tê kirin. Her wiha hevdîtina malbatan jî tê astengkirin û polîtîkayên surgunê di dewrê de ne. Hevseroka Komeleya Malbatên Girtiyan a Amedê (Diyar TUHAD-DER) Salîha Bakirê got divê li dijî zextên li ser girtiyan gel berxwe bide.

‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin’

Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi pêkanînên şer û dagirkirinê yên li Kurdistanê re zextên li ser girtiyan jî zêde bûne û got: “Di mehên zivistanê de amûrên mutbex û kirtasiyê yên girtiyan hatin desteserkirin. Her roj bi ser koxuşan de digirt. Di dema hevdîtinê de li girtî û malbatan heqeret tê kirin. Gelek girtî bi hinceta cezakiriye nahêlin bi malbatan re hevdîtinê bikin. girtî nekatin serê xwe bişon. Yên birîndar hene, yên nexweş, extiyar hene. Lê yek nayên dermankirin.”

‘Di aliyê wê yê mirovahî tine’

Salîhanê destnîşan kir ku divê rewşa girtiyan bi awayekî cidî bibe rayagiştî û got: “Gelek caran girtiyên nexweş di hucreyan de tên girtin. Ev rewşa wan girantir dike. Divê derman bigirin lê nadin. Di rîngê de li nexweşan îşkence, taciz tê kirin. Gardiyan li girtiyan zextan dikin. li derveyê girtîgehê jî leşker lê dikin. ti aliyê vê yê mirovahî tine. Ev nayên qebûlkirin.”

Salîhayê diyar kir ku di dema hevdîtinan de jî li malbatan zext tê kirin û gelek caran jî mafê wan yê hevdîtinê tê astengkirin.

(hu)