Bersiva jinan a ji bo wezîrê sporê: Em ê kolanan bernedin
09:07
JINHA
ESKÎŞEHÎR-Jinan bertek nîşanê gotinên nîjadperest yên Wezîrê Ciwan û Sporê Akîf Çagatay Kiliç dan û gotin wê li kolanan, dibistan û li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Wezîrê Ciwan û Sporê Akîf Çagatay Kiliç di vekirina 15’emîn Nûneriya Komeleya Jin û Demokrastiyê (KADEM) de axivî. Wezîr Akîf wiha got: “Em vê nekarin bêjin ku jin û mêr di her mijarê de wekhevin. Dibe ku hatine dinê ya wan cudaye lê taybetiya herî mezin ya xweda daye jinan dayiktiye.”
Jinan li ser çapemeniya civakî bertek nîşanê Akîf dan. Endama Jinên Yeryuzu Çagla Biyikli diyar kir ku bi teşîrkirina bedena Ekîn Wanê re zayendperestiya li dijî jinê her çûye zêde bûye. Çaglayê da zanîn ku ew rolên wekê dayiktî, şefkat û hestiyariyê ya li jinan hatiye danîn qebûl nakin û got: “Ev 3 mehe em ji bo cenazeya Eylem Ataşê têdikoşin. Emê li dijî gotinên zayendperst yên AKP’ê têbikoşin.
‘Em ê li kolanan bin’
Çaglayê bi lêv kir ku bi OHAL’ê re AKP’ê rûyê xwe yê zayendperest baş nîşan daye û got: “Em di demeke ku jin tên qetilkirin, cenaze nayên dayîn û beden tên teşîrkirinê de derbas dibin. Em ligel vê li kolanane. Di demeke ku her kesî dest jê berda dakeve kolanan jinan li kolanan têkoşîna xwe berdewam kir. Di hewldana darbeyê de bang hat kirin ku her kes derkeve kolanan lê bila jin li mala xwe runin û dua bikin. têkoşîna me jî ji bo jinên li malê rudinê ye, ji bo jinên li Rojava li dijî DAIŞ’ê têdikoşye. Emê her tim li kolanan bin.”
‘Em encamên daxuyaniyê dibînin’
Ji Kolektîfa Jinan a Zanîngehê Yagmur Keçelî jî got her roj bi cînayetek jinan şiyar dibin û got: “Ev tesadufe. Di bin cînayet û êrîşên li dijî jinê de polîtîkaya dewletê heye. Ji bo em li dijî vê zîhniyetê têbikoşin em li qadaninin û têkoşînê mezin dikin.Em bi piştevaniyê mezin dibin. Em encamên daxuyaniya wan li kolanan û zanîngehan dibînin.”
Ji Malên Gel Sîbel Koca jî destnîşan kir ku wê dest ji kolanan bernedin û got wê jin AKP’ê têk bibin.
(de/hu)