'Divê nêzîkatiya li cenazeyan hêjayî berxwedanê be’
09:16
JINHA
MÊRDÎN- Li Nisêbînê cenazeyên ciwanan hîna li pişt têlan bi awayekî kêfî tên sekinandin. Hevseroka MEYA-DER’ê Gulbeyaz Guneşê bang li hemû gel kir ku hêjayî berxwedana xwe xwedî li cenazeyan derkevin.
Cenazeyên ciwanên di berxwedana rêveberiyên xweser ya li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan hîna li pişt têlan tên sekinandin.
Hevseroka MEYA-DER’ê Gulbeyaz Guneşê da zanîn ku ew bûye şahidê malbatên li dora têlan digerin û got xwedîderketina gel a li cenazeyan wê malbatan kêfxweş bike. Gulbeyazê destnîşan kir ku ji bo xwe bigihînin cenazeyan divê demildest qedexe rabe û wiha got: “20 cenaze li pişt têlane. Zivistan tê. Mirov ji hişê xwe dikevin gumanan. Cenaze vê havînê li derve bû. dibe ku sewalan zirar dabin cenazeyan. 20 ciwanên hêja xwe ji bo gel feda kirin. Divê em xwedî li cenazeyên xwe derkevin.”
‘Îşkence li cenazeyan hatibû kirin’
Gulbeyazê axaftina xwe wiha berdewam kir: “6 cenazeyên ku hîna encamên DNA’ya wan derneketiye hîna li Amedê ne. 21 cenaze ku encama testê hîna derneketiye li goristana bêkesan a Mêrdînê hat definkirin. Îşkence li cenazeyan kiribû. şewitîbûn an kîmyasal avêtibûn em nizanin. Ez bixwe bûm şahid, min cenazeyek dît.”
‘Dema qedexe rabe emê xwe bigihînin cenazeyan’
Gulbeyazê bang li hikûmetê kir ku vê qedexeyê rabike û got li ser olê siyaset tê meşandin û got ev li dij îslamê ye. gulbeyazê bi lêv kir ku divê ew bi awayekî xurt xwedî li şehîdên xwe derkevin.
(kom/hu)