Tamîra teknîkî di destê Zahîdeyê de dibe huner

09:17

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Zahîde Ondeş ya ku kumandaya televîzyonê tamîr kir û dest bi teknîkê kir, ji televîzyonê heta kompîturê gelek alavên teknîkî tamîr dike û bi xesasiyeta jinê karê xwe diguhere hunerê.

Li navçeya Seyhan a Edeneyê li ser cadeya Cemal Gursel Zahîre Ondeş di atolyeya serwîsê ya teknîkî de dixebite û xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk tîne. Zahîdeyê kul i mala bavê xwe alavên teknîkî tamîr kir û li ser vê xwe pêş kir, bi hevjînê xwe re di atolyeya ku vekiriye de dixebite û got: “Min nêrîna jinê ya li dijî vê xebatê guhert.”

‘Tevî hemû astengiyan min dest ji karê xwe berneda’

Zahîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev mereqa wê ji zarokatiya wê de tê û got ji hevjînê xwe re israr kiriye û ev kar veguhertiye perwerdê. Zahîdeyê wiha got: “Ev 4 sale alavan tamîr dikim. Ez xwe pir xurt hîs dikim. Divê li her derê jin jîrbûna xwe dane holê. Jin gelek serkeftîne. Xurtin. Divê jin li destê kesî nenêrin. Divê muhtacê kesî nebin. Di her qadê de dikarin kar bikin. kesên destpêkê ez didîtim matmayî diman. Bavê min jî matmayî mabû. Digotin nekare bike. lê min têkoşîna xwe berneda. Ez serkeftî jî bûm.”

‘Serkeftin gelek başe’

Zahîdeyê di dawiya axaftin xwe de got tamîrata wê ya yekemîn bi komandayên televîzyonê destpê kiriye û got her çûye parçeyên zehmet tamîr kiriye.

(hu)