'Derkete holê yekane rêya çareseriyê sîstema federal e'

09:24

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK - Endama komîteya Amadekar a Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê Foza Yusif derbarê encama komxebata sîstema federal nirxand û got: “Em ê li beramberî êrîşan li berxwe bidin. Em bi israrin ji bo projeya xwe. Zemînê serkeftina vê projeyê heye û gel jê re amadeye."

Li bajarê Rimêlan Komxebata Hevpeyvîna Demokratîka a Sûriyê du rojan bi rojeva sîstema federal berdewam kir. Endama komîteya Amadekar a Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê û endama Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Foza Yusif derbarê sedema lidarxistina vê komxebatê û herwiha encamên ku derketine holê nirxand.

Foza da zanîn ku dema ku ew hînbûn ku di nava raya giştî de sîstema federaliyê baş nehatiye têgihiştin dest bi vê xebatê kirin û wiha domand: "Ji bo em Sîstema Federala Demokratîk bidin nasîn, ev komxebat pêk hat. Beriya 6 mehan biryara îlankirina vê sîstemê hate wergirtin, lê pir guman, nîqaş û şîrove pêşketin. Me fêmkir ku ji hêla raya giştî ve tam nehatiye fêmkirin. Me jî xwest bi komxebatekê vê mijarê gotûbêj bikin. Me li vir armancên nêz, dûr, prensîbên sîstema xwe girtin dest û piranî jî ji pirsan re bersiv hate dayîn."

'Gelê Sûriyê dê bixwe çareserî çêbike'

Foza hin helwdan û xebatên ku li derveyî Sûriyê têne meşandin jî wiha şîrove kir: "Pir civîn li derveyî Sûriyê çêbûne, me xwest li ser erda Sûriyê pirsgirêka xwe nîqaş bikin. Pirsgirêk ya me ye ji bo wê jî hêzên derve nikarin çareser bikin. Nexwe dê alozî kûrtir bibe, dirêj bibe. Em dixwazin nîqaşên xwe hevbeş bikin, nêrîna xwe bikin yek û vîna heyî derxin holê."

'Netew-dewletê îfals kiriye'

Foza alên sereke yên di komxebatên derketin holê anî ziman: "Encamên komxebatê jî li ser çar mijaran kûr bû. Hin nêrînên cuda hebe jî nêrîna hevbeş netew-dewlet îfals kiriye, riziya ye, nikare bibe çareserî, ji bo wê jî pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye. Di beşa duyemîn de Netewa Demokatîk wek alternatîf hate nirxandin. Ji bo çareseriyê guhertin lazim e. Divê hemû bawerî, netew tê de cih bigrin. Ji bo vê jî sîstemek demokratîk lazim. Heya niha nîjadperestiyê pir zirar da gelê me. Divê projeya demokratîk ji herkesê re bibe derman û herkesê bigire nav xwe. Di netewa demorkatîk de hemû deng, ziman û gel dikarin xwe birêxistin bikin, tecrûbeya xweseriya demoratîk hate nîqaşkirin. Aloziyeke mezin li herêmê heye, şerê giran qewimîn. Vê jî zorî û zehmetî çêkirin. Pirsgirêja tecrûbeya rêveberiyê, fêmkirina rola xwe jî hebû, lê ya girîng gel xwe birêve dibin. Şoreşên girîng çêbûn. Her pêkhate bi zimanê xwe perwerde dibîne, di rêveberiyê de cih digire. Sîstema gel pêşdikeve, ev tam nerûniştiye. Lê gel bi rêya komîn û meclîsan xwe birêxistin dike."

'Divê em vîna xwe ya siyasî pêşbixin'

Foza di derbarê nêrînên li ser sîstema Federal Demokratîk derketin pêş de jî wiha nirxandin kir: "Beriya 6 mehan di derbarê sîstema federal de ku biryara wê îlan bû nîqaş û nêrînên cuda pêşketin. Yek sedema vê komxebatê jî girtina nêrînên cuda bû. Di komxebatên de hin nêrîn hebûn digotin em dereng bixin. Hin nêrîn jî gotin gel ne hazir e, lê dema em tecrûbeya Xweseriya Demokratîk dinêrin û bi giştî nîqaşan jî binêrin, dibînin ku Sûriye di nav aloziyeke mezin de ye, pêwîstî bi çareseriyê heye. Vîneke siyasî li Sûriyê nemaye. Divê em îradeya xwe ya siyasî pêşbixin. Qadên xwe birêxistin bikin û birêve bibin. Ev sîstem ne tenê ji bo Bakûrê Sûriyê ji bo tevahiya Sûriyê pêwîst e. Encameke wiha derket ku pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye. Di aliyê rêbaz de hinek nakokî hebin jî nêrîneke dijber tune bû. tenê di aliyê zeman û rêbaz de nêrînên cuda nebûn, ev pir girîng e. Divê em vê bi hemû pêkhateyan re nîqaş bikin, parve bikin. Xweseriya Demorkatîk ev îsbat kir û sîstema Federal dikare li ser vê şopê pêşketin û guhertinên mezin pêşbixîne."

'Em di projeya xwe de bi israrin'

Foza di dawiyê de jî plananên dema pêş pêk bînin jî wiha anî ziman: "Xebatên dema pêş niha reşnivîsa Hevpeyvîna Civakî xilas bû. Bi gel re nîqaş dewam dike. Emê civîna Meclîsa Rêveber çêkin û vê hevpeymanê ji erêkirina wan derbas bikin. Niha îmkanê erêkirina gel tune ye. Piştî erêkirinê dê hazirtiya hilbijartinê bê kirin û di pratîkî de gav werin avêtin. Em tevî hemû zor û zehmetiyan berpirsyariyeke mezin radikin ji bo em nehêlin gelê me bi rewş û êrîşên girantir rûbirû bimîne. Em ê wiha li beramberî êrîşan li berxwe bidin. Em bi israrin ji bo projeya xwe. Zemînê serkeftina vê projeyê heye û gel jê re amadeye."

(en/zt)