Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê dawîbû
09:44
JINHA
RIMÊLAN - Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê di roja duyemîn de bi nîqaşên li ser sîstema Federal a Demokratîk dawîbû.
Bi tevlîbûna pir derdorên siyasî û opozîsyonên Sûriyê, li bajarê Rimêlan Navenda Aram Tîgran Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê pêk hat. Di komxebatê de li ser çar mijarên sereke; netew-dewlet, Netewa Demokratîk, ezmûna Rêveberiya Xweser û Sîstema Federal Demokratîk nîqaşên berfireh pêşketin.
Di roja duyemîn de bi giranî li ser rojeva sîstema Federal Demokratîk gotûbêj kûr bûn. Bingeha Projeya Sîstema Federal a Demokratîk ji hêla endama Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê FozaYûsif ve hate dayîn. Foza dîroka kevnar a Rojhilata Navîn û sîstemên konfederal û federal ên di dîrokê de vegot. Rojnamevan Stêrk Gulo jî feraseta siyasî ya sîstema Federal a Demokratîk nirxand. Di berdewama komxebatê de têgeha aboriyê ya sîstemê ji hêla Welîd Hemê û tê geha dîplomasiya sîstemê ji hêlaTelal Mihemed ve hate destgirtin û şîrove kirin. Herwiha qada dad û mafên sîstemê ji hêla Hekem Xelo û feraseta civakî ya sîstemê ji hêla Rûheyv Efrîn ve bi berfirehî hate vegotin.
Komxebata bi axaftina girtinê ya Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Mensûr El Selûm bi dawî bû. Mensûr diyar kir ku tevlîbûna aliyên cuda yên Sûriyê di vê komxebatê de nîşan dide ku ji bo aloziya siyasî ya Sûriyê çareseriyê bibînin û got: “Tu hêvî bi hevdîtinên derve yên wek Cenevre, Stenbo û hwd. Nemaye, tenê hêvî bi nîqaşê di navbera gelên Sûriyê de heye. Rojên reş û êş wê biçin û projeya Sûriy Demokratîk dê pêk were. Em amadene vê projeyê ser bixin. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, dê ev pêvajo jî ji Rojava destpê bike. Dê hemû herêmên Sûriyê ji terora DAIŞ'ê bêne rizgarkirin. Dê şervanên QSD'ê berê xwe bidin bajarê Reqayê û tevahî herêmên Bakûrê Sûriyê rizgar bikin. Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê dê bibe destpêka civandina hemû aliyên Sûriyê, li ser projeya Federaliyê lihev bikin û aloziya Sûriyê çareser bikin."
(rd/en/zt)