Hefteya Hunerê ya bajarê Amûdê didome
10:10
JINHA
AMÛDÊ – Hefteya hunerî ya Navenda Hûrî ya TEV-ÇAND’ê bi stran û govendên gelerî berdewam dike.
Di çarçoveya hefteya hunerê ya Navenda Hûrî ya TEV-ÇAND’ê organîze kirî û ji 28'ê îlonê hatiye destpêkirin de berhemên dewlemendên hunerê têne pêşkêşkirin. Di çarçova hefteya hunerê de li Biryargeha Disiplîna Leşkerî ya bajar şahiyek hat amadekirin. Di şahiyê de endamên biryargehê û gelê bajêr elaqeyek mezin nîşan dan. Di serî de deqîqeyek rêz hate girtin, paşê koma Şehîd Welat a TEV-ÇAND a Qamişlo stran gotin û govendên herêmî lîstin.
Paşê koma Şehîd Yekta ya Zarokan derketin ser dikê û şanoya 'Gepa Nan' pêşkêş kirin. di dawiyê de jî li berstranan govend hategerandin.
Dê îro jî di saetên êvarê de bernameya hefteya hunerê li nava bajêr berdewambike.
(rh/en/zt)