Hevşaredarên Karakoçanê hatin girtin
10:30
JINHA
XARPÊT – Hevşaredarên Karakoçana Xerpêtê Cennet Ayik û Burhan Kocaman hatin girtin
Li Karakoçana Xerpêtê di 29’ê îlonê de di encama operasyona ku hat kirn de 13 kesên ku di nav wande hevşaredarên Karakoçanê Cennet Ayik û Burhan Kocaman jî hebûn binçavkirn. Ji van 13 kesên ku xebatkarên şaredariyê bûn piştî ku karê wan li edliyeyê qediya bi şertê ‘kontrola Edlî’ hatin berdan û hevşaredar Cennet Ayik û Burhan Kocaman bi hinceta ku di karê xwe de li dijî qanûnê tevgeriyane hatin girtin.
Her wiha piştî girtina hevşaredaran li ber edliyeya Karakoçanê ji aliyê gel ve dirûşimên li “Li îradeya xwe xwedî derkeve” û “Em ê” rê nedin qeyûman” hatin berzkirn û girtina hevşaredaran hat şermezarkirin.
(mk)