Rojnamevanên Rojava: Em ê piştevaniya hempîşeyê xwe bikin

10:52

JINHA

QAMIŞLO – Jinên rojnamevanên Ronahî TV, zextên dewleta Tirkiyê li ser ragihandina azad nirxandin û diyar kirin ku heya dawiyê dê piştevaniya hempîşeyê xwe bikin.

Li Tirkiyê bi biriyara KHK’ê Azadî TV, Denge TV, Hayatin Sesî TV, Jiyan TV, TV 10, Van TV, Zarok TV, Ses Radyo, Dunya Radyo, Yon Radyo jî di navê de bi giştî 10 radyo û televizyon hatin girtin. Li hemberî girtina dengê çapemeniya muxalîf her diçe bertek zêde dibin. Jinên nûçegihanên televizyona Ronahî TV yê jî nerazîbûn nîşanî êrîşên ser hempişeyên wan berdewam dikin dan.

Ji nûçegihanên Ronahî TV yê Salîhe Silêman got: "Wek ragihandinên li Rojava em van zextên dewleta Tirkiyê li ser ragihandinê şermezar dikin. Ragihandin çavên civakê ye, heqîqetê radigihîne, rastiyan tîne ziman. Lê AKP dixwaze pêşiya vê bigire. Ji ber li Bakûrê Kurdistanê hovîtiyên mezin dike û naxwaze kes pê bizanibe."

Salîhe kiryarên dewleta Tirkiyê yên komkujiyan jî nirxand û sedema girtina ragihandinê jî nixumandina vê yekê şîrove kir û wiha domand: "Dewleta Tirkiyê di dîroka xwe de pir teror û komkujî pêk anîne. Niha jî komkujiyan pêk tîne, lê ji bo vê jî pêwîstî heye ku çavên civakê reş bike, lewma biryara girtina televîzyon û radyoyan dane. Lê ragihandin dê xebatên xwe bidomînin."

Salîhe wek jineke di ragihandinê de piştgiriya xwe ji bo jinên rojnameger wiha anî ziman: "Em ê jî wek jin di ragihandinê de pêşengtiya têkoşîna rastiyê bikin. Gel jî dê qebûl nekin. Li bakûrê Kurdistanê her ku zext çêdibin, têkoşîn û berxwedanî bilind dibe."

Xebatkara Ronahî TV Sozda Îsa jî girtina zarok tv. wek qirkirina çandî nav kir û got: "Dewleta Tirkiyê dest bi êrîşên pir-alî li dijî gelê Kurd kiriye. Ragihandin û çapemenî jî kirin armanca êrîşên xwe. Heta kanlên ji bo zarokan weşan dike jî girtin. Ev qirkirin li dijî çanda gelê Kurd îfade dike. Di heman demê de rastiyê dixwaze veşêre. Lê dê têkoşîna ji bo ragihandina heqîqetê dewam bike. Ez jî weke jinek rojnameger dibêjim ku em ê hemû bi hev re şerê rastiyê bidomînin û bi ser bikevin."

(cg-ah/en/zt)