'Heta ku mamosteyên me bên em ê neçin dibistanê'
11:08
JINHA
WAN- Pitî ku mamoste ji peywirê hatin girtin li dibistanên li Wanê hemû ders vala derbas dibin û xwendekar naçin dibistanan. Xwendekarên hemû dibistnên seretayî yên dibsanên navîn û yên ku diçin lîseyê diyar kirn ku heta mamosteyên wan bên ew ê neçin dibistanan.
Pitî ku bi biryara KHK’ê re manosteyên endamên Egitîm Senê ji peywirê hatin girtin hemû ders vala derbas dibin û xwendekarên ku mamosteyên xwe dixwazin gotin ku heta mamosteyên wan neyên dê neçin dibistanê. Malbatên ku ji pêşeroja zarokên xwe bêhêvîne jî bertek nîşanî ji peywirêgitina mamosteyan dan.
‘Eez neviyê xwe naşînim dibistanê’
Jina bi navê Delîla Yagcan bertek nişanî ji pewirgirtina mamosteyên Egitîm Senê da û wiha axivî: “ Piştî ku mamoste ji peywirê hatin girtin neviyê min naxwaze ku biçe dibistanê. Ji ber ku ev mamoste kurd in û ji zarokên me hez dikin wan ji peywirê digirin."
Piştî ku min mamosteyê xwe nema dît ez pir giriyam
Xwndekara 8 salî ya bi navê Edanûr Kplan jî ji xwendekarên ku dema li dibistanê mamosteyê xwe nediye giriyaye. Edanûr a ku mamosteyê xwe xwest wiha got: “ Min piştî ku li dibistanê mamosteyê xwe nedît êdî min nema xwest ku ez biçim dibistanê û em mamosteyê xwe dixwazin.”
Her wiha xwndekara bi navê Aleyna Kaplan jî got ku wê gelek bêriya mamosteyê xwe kiriye, xwndekarê bi navê Baran Yagcan jî got ku ji ber ku mamoste tun ne ew naçe dibistanê û hemû dema xwe vala derbas dike.
(mk)