Li penceşêra memikê baldar bin

12:16

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Meha cotmehê ji aliyê WHO’yê ve wekî meha têkoşîna bi penceşêra memikê re hatiye îlankirn. Ji cureyên penceşê yek jê jî penceşêra memikê ye ku bi jinan re herî zêde tê dîtn e. Lê ger ku zû bê teşhîskirn û mudaxele bê kirn dê nikaribe jiyana jinan bike xetereyê.

Meha cotmehê ya ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve wekî meha têkoşîna bi penceşêra memikê re hatiye îlankirn, di 26’ê mehê de jî bi bixwevekrina kurdeleyên pembe yên ku divê bi xwe bên vekrin re ku penceşêra memikê sembolîze dikin re jî tê xwestin ku girîngiya vê mehê bê dîtn. Penceşêra memikê pitî penceşêra kezeba spî penceşêra ku herî zêde bi jinan peyda dibe ye. Li gorî lêkolînan û daneyan hatiye tepîtkirn ku ji 12 jinan yek ji wan bi vî cureyê penceşêrê dikeve û ji her 25 jinan yek jiwan bi vî cureyê penceşêra memikê jiyana xwe ji dest dide.

Rêya manografiya ku bê kirn penceşêra memikê dikare zû bê teşhîskirn û girêdayî vê nexweşiyê xetreya mirinê jî ji sedî 70 dikare bê kêmikirin.

Nişanên penceşêrê

Ji nêşanên vê penceşêrê ya herî girîng hîskirna kîtleyeke di memikê de ye ku qet naêşe ye. Nîşanên din jî di çermê memikê de qalindbûn, nepixîn û di çermê memikê de xirabûn û xesasbûna serê memikê ye.

Teşhîsa zû g irîng e

Teşhîskirina zû ya penceşêra memikê girîng e. Ger ku bêyî li organên din belav bibe bê teşhîskirin û mudaxele lê bê kirn dikare rê li ber bê girtin. Riya teşhîskirna wê ya zû jî ew e ku pitî temenê 40 salî kontrola rûtîn ya ku ji aliyê doktoran ve bê krin e.

(mk)