Jinan li dijî fitweyên olî çalakî li dar xistin
16:09
JINHA
STENBOL –Jin li dijî zîhniyeta ku li îranê ajotina bîsîkletan qedexe kir hatin gel hev. Jinên ku hatin gel hev bi dirûşma “fitwe nikarin me asteng bikin” û “ Jin dê ajotina bîsîkletan bidomîn” çalakî li dar xistin û saetekê bîsîklet ajotin.
Piştî ku li îranê lîderê olî Ayetullah Alî Hanaey li jinan li qadên ji gel re vekirî ajotina bîsîkletan qedexe kir. Jinên li îranê li bîsîkletan siwar bûn û wêneyên xwe yên ku kişandin li ser medya civakî parve kirin. Koma Feminîst a çalakiyên bîsîkletan jî bi mebesta ku piştgiriyê bidin jinên îranî li Stenbolê bi dirûşma “Fitwe nikarin me asteng bikin” û “Jin dê ajotina bîsîkletan berdewam bikin” ji Parka Yogurtçû bi tevli bûna jinên îranî hatin gel hev bi kordeleyên mor û bi parkarta ku ku vekirn li rêya peravê bîsîklet ajotin.
Her wiha jinên ku rastî eleqeya niştecihên Qadikoya Stenbolê hatin çalakiya xwe saetekê berdewam kirn û çalakiya jinan piştî ku jin vegeriyan Parka Yogurtçû bi dirûşa “Ger ku jin azad bibin dê cîhan bilerize” bi dawî bû.
(mk)