Ger Sibel û Ergin bernedin dê parêzer serî li dadgehên navnetewî bidin
14:43
JINHA
STENBOL – Parêzerên girtiyên nexweş Sibel Çapraz û Ergin Aktaş diyar kirin ji bo serbest berdana wan hemû rêyên hiquqî bikaranîn lê ti encam negirtine, ji niha û şon de dêserî li rêyên navnetewî bidin.
Girêdayî rewşa girtiyên nexweş Sibel çapraz û Ergin Aktaş ên di girevabirçîbûnê dene Qomisyona Girtîgehan a ÎHDê li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de parêzera Sibel Çapraz Banu Guvener û parêzera Erkin Aktaş Gulizar Tuncel agahiyên dawiyê di derbarê miwekîlên xwe de par kirin. Di serî de parêzer Huseyîn Bagotekin diyar kir ku divê di derbarê rewşa girtiyên nexweş de dewlet demek ji ya din zutir guherînên pêwîst bike.
'Bi tena serê xwe nikare jiyana xwe birêve bibe'
Gulizar Tuncel jî di serî aliyê bedenî de astengiyê miwekilê xwe Ergin Aktaş bibîrxist û wiha axivî: “Bi tena serê xwe nikare jiyana xwe birêve bibe. Pêdiviya wî bi alikariya kesekdin heye. Ji bo rewşa Ergin me rapor da Saziya Tiba Edlî. Li gel rewşa wî ya giran jî berê Saziya Tiba Edlî rapor nedaye. Ergin neçar ma di Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê de kete gireva birçîbûnê. Di derbarê rewşa wî de me daxwazname dan. Ti bersiva serlêdanên me nehatin dayîn. Bi dijminane nêzîkatî hene. Di aliyê hiquqî de me her tişt kirin. Em ê êdî serî li qenalên siyasî bidin.”
'Li Tirkiyê bûyîna girtiyê siyasî zore'
Parêzera Sibel Çapraz Banu Guvener jî rewşa dawiya tenduristiya Sibelê nirxand û got: “Li Tirkiyê bûyîna girtiyê siyasî birastî jî zore. Dema ku tu girtiyek siyasî bê ruyê dewletê yê sar hîn baştir dibînê. Li gel hemû rewşa Sîbelê ya giran jî dadgehê ser rewşa wê tiştek negot. 8 hekîman rapora di girtîgehê de dikare bimîne da. Niha jî di girtîgehê dene.” Banu destnîşan kir ku li gorî ATK ûı AYM bersivek erênî nedane dê rewşa Sibelê bigihînin navnetewiyê.
(ro-aa/zt)