‘Em dengê rastiyê ne û em ê xebta xwe bidomînin’

14:50

JINHA

STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî girtina qenalên televîzyon û radyoyê dan. Bang li guhdar û temaşekeran hat kirin ku xwedî li qenalên xwe yên televîzyon û radyoyê derkevin.

Nûnerên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê û Basin-Îşê, li ser girtina qenalên televîzyon û radyoyê, zêdebûna zext û zordariya li çapemeniyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Tevî Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû, xebatkarên qenalên televîzyon û radyoyê yên hatin girtin û gelek rojnamevan beşdarî civînê bûn.

Koordînatorê Weşana Giştî yê ÎMC TV Eyup Burç axivî û destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn li dijî hemû hêzên demokratîk e. Burç diyar kir, bi biryara girtinê re tê xwestin, dengê hêzên demokratîk were birîn.

Pêkanînên dijdemokratîk di meriyetê de ne

Koordînatorê Bernameyan ê qenala Hayatin Sesî TV Arîf Koşar da xuyakirin, ku mîna hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi ser ketiye, pêkanînên antî demokratîk li dijî wan tên kirin û got, "Yên îdîa dikin ku ew li ber darbeyê radibin, bi Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî radibin televîzyonan digirin. Ev yek helwesteke nehevgirtî ye. Em li bendê ne ku ev biryar bê sererastkirin." Koşar da zanîn, ku xeterî heye polîs bavêjin ser avahiya televîzyona wan û got, "Televîzyona me bi alîkariya ji qûmbereyên biçûk ava bûye. Eger dixwazin li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê hebe, hingî divê qenalên bi vî rengî vekirî bin."

Ozgur Radyo bi caran hat girtin

Xebatkarê Ozgur Radyo Sînan Gerçek bi bîr xist, ku radyoya wan a di sala 1995'an de ava bû, heta niha 5 caran hat girtin û nerazîbûn nîşanî biryara girtina radyoyê da. Gerçek destnîşan kir, ku piştî her girtinê wan bi rengekî hê xurtir dest bi weşanê kirine. Gerçek diyar kir, ew plan dikin bi guhdarên xwe re çalakiyên bêîteatiya sivîl lidar bixin û got, "Eger guhdar naxwazin li radyoyeke bi tenê ji yek dengî guhdarî bikin, divê xwedî li radyoyên xwe derkevin."

Divê biryar bê betalkirin

Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îşê Farûk Eren bal kişand ser zexta giran a li ser rojnamevanan û destnîşan kir, divê biryara girtina qenalên televîzyon û radyoyê were betalkirin.

Serokê TGS'ê Ûgûr Guç bi bîr xist ku bi girtina van qenalan re wê bi qasî 3 hezar rojnamevan betal bimînin. Guç bang li Desteya Wezîran kir ku ji vê şaşiyê vegere.
Serokê TGC'ê Tûrgay Olcayto jî wiha got: "Em li bendê ne ku qenalên radyo û televîzyonê yên hatine girtin, derhal werin vekirin. Divê Tirkiye ji îmaja ji yek dengî rizgar bibe. Rojnamevanî li ti cihî ne sûc e."

Koordînatorê Weşana Giştî ya TV 10 Velî Buyukşahîn ji bal kişand ser zextên dewletê û wiha got: "Bi vê yekê ve dixwazin em li gorî dilê wan tevbigerin."

(mk)