Li Îzmîrê ji bo mamoste Ayşegul daxuyaniya pitgiriyê
15:27
JINHA
İZMÎR – Jinan ji bo mamoste Ayşegul ya ku daxuyaniya der barê 8’ê Adarê xwend û derbarê wê de dozhat vekirin de daxuyaniya piştgiriyê dan.
Endamên Platforma 8’ê Adarê ji bo ku pitgiriyê bidin Ayşegulê li avahiya Egitîm Senê ya hejmar 1 civîna çapemeniyê li dar xistin. Jinên ku tevli civînê bûn ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên li ser çapemeniya muxalîf dowîzên ku li ser wan “ Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hilgitin.
Seroka şaxa SES’ê ya îzmîrê Rukiye Çakir diyar kir ku doza der barê Ayşegulê de ji aliyê waliya Îzmîrê ve hatiye vekirn dozeke kêfî ye û wiha got: “ Metnê çapemeniyê yê ku Ayşegulê wê rojê xwend tê de bahsa çewisandina jinan ya ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê pêkanîn dikir. Em dibêjin ku em li gel Ayşegulê ne û cezayê ku lê bê birîn yê me hemûyan e.”
(ay /fk /mk)