Deriyê Radyo ya Rengîn a bi sê zimanan weşanê dike mohr kirin

16:04

JINHA

MÊRDÎN – Polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn a li Qoserê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî weşan dikir de girt û deriyê wê mohr kirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn de girtin. Polîsên ku bi hinceta biryara dozgeriyê ya girtinê heye bi ser avahiya radyo de girtin, lêgerîn pêk anîn û piştî lekolîna polîsên maliyê deriyê avahiya radyo mohr kirin. Radyo Rengîn li Qoserê bi kurdî, erebî û tirkî weşan dikir û radyoya herî zêde dihat guhdarkirin e.

Îktîdara AKP'ê di 28'ê Îlonê de radyoyên muxalif ên wekî Radyo Ses, Radyo Dunya, Radyo, Ozgur Guneş Radyo, Radyo Karacadag, Radyo Yon, Radyo Ozgur û Radyo Dogu ku bi gelek zimanan weşanên herêmî dikirin girtibûn. Herî dawî Radyo Rengîn jî girtin.

(zt)