Xuşka Esma Saridag ya YPS’yî: Em cenazeyê xwe dixwazin
16:26
JINHA
İSTANBUL – Xuşka Esma Saridag ya YPS’yî, Gurbet Îlbars diyar kir ku ji bo cenazeyê Esmayê bigirin wan serî li rayedaran dan lê hîn tu bersîv negirtine û wiha axivî: “ Me dema ku dorpêç hebû û hîn kesîn li jiyanê hebûn got ku ji bo rizgarkrina wan bila korîdorek bê vekrin. Lê niah em ji bo ku cenazeyên xwe bigirin dibêjin ku bila korîdor bê vekirn.”
Li Şirnaxê xizmên Esma Saridag ya YPS’yî ku di 6’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da xizmên wê li Gurbet Îlbars û Melek Îlbars ji ber ku cenazeyê Esmayê nayê dayî li ÎHD’a Stenbolê bi tevlibûna parêzerê ÎHD’ê Huseyîn Bogatekîn civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn yê ku di serî de mafê axaftinê girt wiha got: “ Radeya ku em hatinê wê civak bi salan travmayên ku hatin jiyîn bijî. Ji van travmayan yeke jê jî trajediya malbatên ku nikarin cenazeyên xizm an jî zrokên xwe bigirine.”
‘Em ê bibin şopdarên dozê’
Huseyîn diyar kir ku Gurbet Îlbars û Melek Îlbars hemû rêyên qanûnî ceribandin ji bo ku cenazeyê Esma bigirin, lê li Şirnexê hemû rêyên qanûnî hatine girtin. Lê mafê hemû kesî heye ku mezelekî xizmê wan yê mirî hebe û hewcedariya dayîna vî mafî bi qanûnê nîne ji ber ku mafekî qanûnî ye. Ji ber vê emê şopdarên vê dozê bin.
Ji aliyê manvyatê de jî êrîş kirn
Gurbet Îlbars ya ku herî dawî mafê axaftinê girt got ku xestin di warê moral û maneviyatê de jî me têk bibin û wiha berdewam kir: “ Êrîşî nirxên me yên manevî kirin û dema ku em çûn ji bo ku em cenazeyê xwe bigirin heqaret li me û cenazeyê me kirin. Tevî ku me ji bo DNA’yê mînakên xwînê dan jî hîn me tu agahî der barê cenazeyê xuşka xwe de negirtiye. Hîn dema ku dorpêç hebû me ji bo kesên ku li jiyanê bûn xwest ku korîdor bê vekrin. Lê em niha vê korîdorê ji bo girtina cenazeyan vê korîdorê dixwazin. Em cenazeyê xwe dixwazin.”
(ro-aa/mg/mk)