ROJEVA 4'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*BEKSAV’ê dest bi dema nû kir û wê bi xebatên reks, atoleyeyê bidomîne. Ji BEKSAV’ê Mîna Şîrînê got: “Sernavên me yên wekê ji bo civakê huner, ji bo mirovan zanist, ji bo azadiyê polîtîka hene. Ji roja em hatine avakirin heta niha em hewl didin bibin navenda ronakbiriya civakî.”

*Zeyneba ku ji bo bibe mamoste zanîngeh xwend piştî ku ji aliyê hikûmetê ve nehat tayînkirin, rê da jiyana xwe û bi du hevalên xwe yên jin re kafe vekir. Mamoste Zeyneb di vê dema ku mamosteyên muxalîf ji kar tên derxistin de , jig elek jinan re dibe çavkaniya îlhamê.

*Bi qedexeya derketina derve ya li Sûrê re hilweşîn didome û di pêvajoya ku pevçûn dihatin jiyîn de Remzeiya Duruk ya ji mala xwe derneket wiha got: “Bi hilweşînê dixwazin berxwedana me biçewisînin. Lê hezar sal jî derbas be wê nekaribin bi me bidin jibîrkirin.”

*Navenda Ciwanan a Konseya Bajar ku di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de faliyetan dimeşînin, qeydên ji bo dema nû berdewam dikin.

*Yek ji kevneşopiya çanda Kurd ya herî kevn dengbêjî bi yên li dû xwe didome. yek ji van kesên ku dixwaze vê çandê mezin bike Yusufê 12 saliye.

*Zehra Dogan ya di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye ji bo JINHA’yê nameyek nivîsî û got girtîgeh qada berxwedanê ye û wiha got: “Ez bi hînkirinên berxwedana jinê ya JINHA’yê fêrî mink iriye, wê zindanan pênûs û firçeya xwe hilweşînim.”

*Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gevda) 4 sal berê ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin. Dayika wê Bahar wê rojê vedibêje û wiha got: “Min fêm kir ku ne ez tenê dayika Rojînê mam û ne jî Rojîn keça min. Ez bûm dayika hezaran, Rojîn bû keça dehzaran.”

*Şervana heqîqetê û sembola berxwedaniyê Arîn Mîrkan, li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê bi çalakiya xwe yê fedayî navê xwe li dîrokê neqişand û got ku "Jina kurd hîna gotina xwe yê dawiyê negotiye. Azadî bi xwestinê tenê pêk nayê."