'Hezar sal derbas be jî wê nekarim berxwedana Sûrê bidin jibîrkirin’

09:04

JINHA

AMED – Bi qedexeya derketina derve ya li Sûrê re hilweşîn didome û di pêvajoya ku pevçûn dihatin jiyîn de Remzeiya Duruk ya ji mala xwe derneket wiha got: “Bi hilweşînê dixwazin berxwedana me biçewisînin. Lê hezar sal jî derbas be wê nekaribin bi me bidin jibîrkirin.”

Niha li taxên Cemal Yilmaz, Fatîhpaşa, Hasirli û Savaçê bi qedexeya derketina derve ya li Sûrê de hilweşîn didome. Gelê Sûrê diyar kirin ku hewl tê dayîn ku bi hilweşînê berxwedanê bidin jibîrkirin û got hezar sal jî derbas be wê bi wan nedin jibîkirin.

‘Ez xwedî li Sûrê derketim’

Remziye Duruk y a64 salî kul i taxa Lalebey a Sûrê bi tena serê xwe dijî got di dema êrîşan de ji mala xwe derneketiye û got: “Ez xwedî li mala xwe derketim. Ez di qedexeyan de carekê jî ji mala xwe derneketim. Polîs dihatin ber derî, pevçûnhebûn. Lê ji bilî Sûrê cihekî ez biçim tinebû.”

‘Hîna jî huzurê nadin’

Remziyeyê diyar kir k udi bin dengê bombeyan de jiyane û got: “Wek min bi hezaran mirov li wir hebûn. Niha jî huzurê nadin mirovan. Ev 60 salî me di jiyana xwe de min tiştên wisa nedîtibûn. Ez wan rojan jibîr nakim. Kî dikare wan ciwanan jibîr bike. hewl didin şopên berxwedanê paqij bikin. lê hezar sal jî derbas be em jibîrnakin.”

(mm-ma/hu)