Qeydên kursa Meclîsa Ciwanan a Konseya Bajar didome

09:05

JINHA

AMED – Navenda Ciwanan a Konseya Bajar ku di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de faliyetan dimeşînin, qeydên ji bo dema nû berdewam dikin.

Navenda Ciwanan a Konseya Bajar ku di bin bana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de faliyetan dimeşînin, qeydên ji bo dema nû berdewam dikin. Di mehên diyarkirî de sê mehan erbane, enstrumanên sazê û dersên Kirmanckî û Kurmancî wê bên dayîn. Meclîs îsal di mehên havînê de bi kursiyeran re îmze avêtin xebatên girîng. Bi xebatan re ya hedef kirin jî avakirina dewlmendiya çandî û hunerî bû. Ji bo qursên sê mehên zivistanê qeyd wê heta 6’ê cotmehê berdewam bikin û piştî wê wê faliyetên Meclîsa Zarokan bê vekirin.

‘Em bang li jinan dikin’

Xebatkara Meclîsê Ayşe Erol got eleqeyek mezin ji bo qursan heye û wiha got: “Di mehên zivistanê de jî wê qursên me bidomin. Ji bilî vê xebatên meclîsa zarokan jî didomin. di dawiya van qursan de wê xwendekarên me pêşandanan pêk bînin. Ji bo jinan jî qadên civakî hatine vekirin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî bibin.”

Qeyd li Meclîsa Konseya Bajar a Sumerparqê tên kirin.

(mm-ma/hu)