Li gel raporê jî Sibel nebirin nexweşxanê birin girtîgehê!

10:06

JINHA

STENBOL – Xwişka girtiya nexweş Sibel Çapraz Kendi Çapraz a ku duh pêre hevdîtin kirî diyar kir ku xwişka wê grev erdaye lê şertên girtîgehê hîna berdewam dike û got: “Li gorî rapora ku bijîşkan di 30’ê îlonê de dayî divê Sibel bibin Nexweşxana Hestiya Baltalimani ya Stenbolê û emelyat bikin, lê hina ti agahî ji bo birinê tineye. Em di nava metirsiyê denin, divê Sibel demek ji ya din zutir bê tedawîkirin.”

Endama Meclisa Giştiya Navenda Colemêrgê Sibel Çapraz di 27’ê Mijdara sala 2015’an de li Gevera Colemêrgê bi gulebarana wesayîtên zirxî giran birîndarbûye. Sibel a ku 15 caran hatî amelyatkirin bi hincetên “endama rêxistinê” û “kin û dijminiyê dide welatiyan” hat girtin. Sibel 6 mehan li Girtîgeha Girtiya Jinan a Bakirkoyê ma, paşê bi lez û bez ew sirgunî Girtîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê kirin. Sibel a ku 15 caran hatî amelyatkirin divê 4 carên dinê jî bê emelyatkirin. Xwişka Sibel Kendi Çapraz a ku duh li Girtîgeha Menemenê pêre hevdîtin kirî rewşa wê ya dawî ragihand.

Kendi destnîşan kir ku di girtîgehê de şertên jiyana Sibel ên zor hîna berdewam dike û wiha domand: “Berî çend rojan xwestin Sibelê bi girtiyên edlî re bi rîngê bibin nexweşxanê, dema ku Sibel îtiraz kir ew bi minubusek biçuk a bi şeklê ringê şandin. Ev nêzî 11 mehane Sibel birîndare. Bijîşkên Îzmîrê naxwazin mudaxelebikin, di raporê de jî tê nişandan ku divê Sibel li Stenbolê bê tedawîkirin. Li gel raporê jî tiştekê nakin. Di aliyê hiqûqî de hemû îtiraznameyên me danê redkirin.”

‘Greva birçîbûnê dawî kir’

Kendi bilêv kir ku her diçe rewşa tendiristiya Sibel ber bi xirabiyê diçe û wiha berdewam kir: “Bijişkan biriyara Sibel bibin Nexweşxana Hestiya Baltalimani ya Stenbolê. Di 4 raporên Sibelê de jî diyar kirine ku divê biçe wê nexweşxanê.” Kendi da zanîn ku Sibel û girtiyê nexweş Ergin Aktaş ên ketibûn gireva birçîbûnê di çarşema derbasbûyî de dawî li gireva xwe anîne û wiha dom kir: “Greva xwe bi dawî kirin lê şertên girtîgehê bi heman şêweyî berdewam dike. Girtîgeh tiştên Sibelê nadinê, hinek tiştên divê bide ji derve jî nahêle bide.”

Kendi xwest demek ji ya din zutir Sibel bê berdan û wiha pêde çu: “Em bang li Wezîrê Dadê dikin bi baldarî tevbigere. Divê xwişka min cardin bê emelyatkirin. Ji bo tedawiyê divê demek ji ya din zutir Sibel berdin. Ez bang li saziyên civaka sivîl dikim ew jî di vê mijarê de bi baldarî tevbigerin. Ji ber Sibel di rewşek gelek zor dene, her cara ez diçim hevdîtina wê despêkê dermanê sakinbunê digirim paşê diçim wê dibînim.”

(dyc/zt)