Rewşa hin ji birîndarên Hesekê giran e

10:40

JINHA

HESEKÊ- Şevê din li dora seat 21.00'an de li salona El Senabîl ya li ser rêya gundê Sifeya êrîşa xwekujî pêk hat û li gor agahiyê herî dawî 30 kes jiyana xwe ji dest da, 90 kes jî birîndar e. birîndar rakirine nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo.

Duh êvarê seat 21.00'an de li daweteka malbata Mistefa Hec Şêxmûs Fatimê li Salona El Senabîl ya li ser rêya gundê Sifeya a bajarê Hesekê teqîneke xwekujî rû da. Di vê teqînê de 30 kesan ku jin û zarok û endameke Asayişa Gel jî di nav de ye jiyana xwe ji dest daye û 90 kes jî birîndar in. Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê Şabo, Hikmê, Wetenî û nexweşxaneyên bajarê Qamişlo. Rewşa hin birîndaran giran e.

Hêzên Asayîşê li cihê teqînê lêkolînên xwe didomînin. Li gor agahiyên ku rayedarên Asayişa Gel diyar kirine kesê teqîna xwekujî pêk aniye zarokeke 12 salî ye.

(ls/en/rc)