Girtina Med Nûçe tv berhema hişmendiya zilam e
10:52
JINHA
WAN – Jinên Wanê bertek nîşanî girtina Med Nûçe tv dan û wiha gotin: “ Med Nûçe tv di heman demê de kanala jinan bû. Girtina Med Nûçe berhema hişmendiya zilam e.”
Piştî girtina hemû kanalên radyo û televîzyonan ên kurd ku ji aliyê dewletê ve deriyên wan hatin morkirn, Med Nûçe ya ku Eutelsatê weşan dikir jî hat girtin. Med Nûçe ya ku hemû hovîtiyên hikûmeta AKP’ê û bi taybetî jî yên li herêmên xwerebirnê yên wekî Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr û Farqînê ji tevahiya cîhanê re raxist ber çavan û qeyûmên ku ji bo şaredariyan hatin tayînkirn deşîfre kir din ava kanalên bijarte de hat nîşandan.
‘Armanç astengkirna mafê ragihandinê yê gel e’
Jina bi navê Yaprak Yilmaz ya ku li Erdîşê dijî nerazîbûna xwe ya li hemberî girtina Med Nûçeyê wiha anî ziman: “ Serokomar Erdogan dema ku mijar kurd bin qet bahsa demokrasiyê nake. Piştî hewldana darbeya 15’ê tîrmehê li ser gelê kurd polîtîkayên şîdeta heyî berfirehtir bûn. Bi biryara KHK’ê ji bo şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin tayînkirn û niha jî bi gitina radyo û tv yên kurdan re dixwaze ku mafê agahîgirtinê yê gel ji dest bigire.”
‘Med Nûçe kanala jinan bû’
Her wiha Yaprak diayar kir ku ew di serdemeke ku jin tune tên hesibandin re der bas dibin, girtina Med Nûçeyê jî berhema hişmendiya zilam e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ji ber ku Med Nûçe girîngî dida bernameyên der barê jinan de hat girtin. Lê kurd bi vî awayî naqedin dê bêhtir bi hêz bibin.”
(va/ng/gc/mk)