Kongreya Star: Wê tu êrîş bê bersiv nemîn in

11:36

JINHA

QAMIŞLO- Koordînasyona Kongreya Star ji bo teqîna li bajarê Hesekê ku di encamê de 30 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li gelê Rojava hate kirin ku van êrîşan bêbersiv nehêlin û bi bilindkirina têkoşîna xwe pêşî li êrîşan bigrin.

Koordînasyona Kongreya Star têkîldarê teqîna xwekujî ya li bajarê Hesekê li salona El Senabîl rû da û li gor agahiyê herî dawî 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û 90 kes jî birîndarin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

"Çeteyên DAIŞ'ê ku li dijî mirovatiyê ne, şevê din li bajarê Hasekê, li dijî gelê me, li dijî gelê sivîl êrîşeke xwînxar û komkujîyeke mezin pêkanî. Di encamê da piraniya wan jin û zarok bi dehan kes jiyana ji dest da, bi dehan kes jî birîndarin. Li herêmê, li rojavayê Kurdistanê, li Hasekê ev êrîş ne êrîşê destpêkê ne, dijminên xwînxwar gele êrîşên wiha pêk anîn e.

Gelê me ku bi fedekarî, bedêlên pir mezin û giranbuha pergala demokratîk û federal pêşdixîne. Ev sîstema alternatîfeke pir xurt li dijî tevahiya pergalên desthilatdar e, lewma dibe hedef. Çeteyên xwînxar ne rojên pîroz, ne însaniyetê, ne Îslamiyetê, ne ol, ne jî Xwedê dinasin. Hurmeta wan ji çi nirxan re, ji çi baweriyan re nîne.

Li gel vê rastiyê jî, di sêrî de dewleta Tirkiyê, hikumeta AKP'ê û gelek hêzên din yên herêmî piştevanî ji çeteyan re dikin. Çawa ku çetêyên AKP'ê li bakûrê Kurdistanê bajarê Dîlokê di dawetekê de komkujî pêk anîn û wiha jî xwestin aramiya di navbera gelan de xirab bikin. Îro jî heman mêjî êrîşen xwe li dijî bakûrê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê pêk tîne. Êdî dost û djimin herkes jî dizane ku bi piştgiriya çeteyên AKP'ê DAIŞ heta vê rojê hatiye. Roja pêşî û heta niha êrîşên DAIŞ'ê yên li ser rojavayê Kurdistanê, bi xwestek û bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê pêkhatine û heta niha jî berdewam dikin.

Em, êrîşkarên Hesekê çeteyên DAIŞ û hevkarên wî, carek din bi tundî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmetê, ji birîndaran re şîfayê û ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazin.

Em bang li hemû hêzên Kurdistanî, bi taybet jinên kurd dikin ku xwedî li şoreşa rrojavayê Kurdistanê derkevin û tevlî berxwedana pîroz bibin. Em soza tolhildana şehîdên û soza bilindkirina têkoşîna li dijî mêjiyê desthilatdar û kujer dubare dikin."

(en/rc)