Xebatkarên şaredariyê: Em tecrîdê qebûl nekin

12:17

JINHA

QAMIŞLO- Jinên di Şaredariyên Gel ên bajarê Dêrik, Hesekê, Dirbesiyê, Tirbesipiyê, Amûdê û Qamişlo de dixebitin bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî meşek girseyî pêk anîn.

Jinên xebatkar yên Şaredariyên Gel a bajarên Dêrik, Hesekê, Dirbesiyê, Tirbesipiyê, Amûdê û Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî pêk anîn. Meş ji navçeya Hîmo ya Bajarê Qamişlo heya çerxerêya Amûdê berdewam kir. Jinên xebatkarên şaredariyê di meşa girseyî de tîşortên ku wêneyên Abdullah Ocalan li sere li xwe kirin û bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Rêber Apo" hatin berzkirin. Her wiha di meşê de posterê Rêberê PKK'ê hat hilgirtin.

Piştî meşê Endamê Meclîsa Şaredariyên Kantona Cizîrê Sema Bektaş axivî. Sema diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê berxwedaniyeke bêmînak pêş dixîne û di nav wan şertên tecrîdê de Îmrali qulipandiye navenda çareseriyê û wiha domand: "Em ê ji bo vê dengê heqîqetê, heya Rêber Apo azad bibe, têkoşîn bikin. dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê tecrîdê pêk tîne, li ser şaredariyan qeyûm teyîn dike. Êrîşên gelê me dike. Em wek jinên di şaredariyê van zext û zilmê qebûl nakin. Azadiya gelê me nêzîk bûye. Dê hêza me Rêber Apo û Rojhilata Navîn azad bike."

Rêvebera Kongreya Star Feyiza Ehmed jî wiha got: "Serokê me dê li zîndanê nemîne, em ê ji bo azadiya wî berxwedan bikim. Ez kiryarên dewleta Tirkiyeyê şermezar dikim. Serok Apo ji me re dibêje 'hûn azad bin ez jî dê azad bibim'. Em jî dibêjin em ê bi hev re azad bibin."

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed jî axivî û çalekiya xebatkarên şaredariyê yên jin silav kir û wiha axivî: "Ev meş tê wateya israreke mezin di azadiya Rêber Apo de. 9'ê mehê 18 sal dibe ku Rêber Apo bi komplo ji Sûriyê derxistin. Vê yekê yek sedema xwe hebû. Serok Apo zimanê heqîqetê bû. Nasnameya gelên bindest di kesayeta wî de temsîl dibe. Hêzên komploger ew ji Sûriyê derxistin. Em wan lenet dikin. Dê tucar negihîjin armancên xwe. Serok Apo li Îmraliyê paradîgmeyeke nû, jiyaneke nû û vîneke azad herikand. Nekarîn wî teslîm bigrin. xwestin Rêber û gel, Rêber û şervanên wî ji hev cuda bikin. Lê nikarin. Ji ber ku civak û Rêber bi hev re ye. Bi felsefeya wî em dimeşin."

Mizgînê di dawiyê de jî ev tişt got: "Gelê Kurd dibêje tenê yek hebûna min heye ew jî Rêberê min e. Bi sedan ciwan xwe feda dikin. Ev jî rastiya çalekiya Rêber Apo nîşan dide. Komplo dewam dike. Em wek jinên kurd divê bi şevûroj şiyar bin. Em ê li derdora wî bicivin û heya dubare Rêber Apo li Sûriyê û Rojava bibînin, em ê çalekiyên xwe bidomîn in."

Çalekiya xebatkarên şaredariyê yên jin bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(bh/rc)