KEFA: Heta ku bêhiqûqî bi dawî bibe dê piştgirî bidome
13:25
JINHA
STENBOL– Endamên KEFA’yê bertek nîşanî jidûrxistina peywirê ya akademîsyenên ku bi biryara KHK’ê ji peywirê hatin dûrxistin dan û wiha gotin: “ Em hêviya xwe ya ku wê rojekê edaleta civakî pêk bê zindî dihêlin û heta ku bêhiqûqî bi dawî bibe em ê piştgiriya xwe ya bi akademîsyenan re berdewam bikin.”
Keda Jinan Lêkolînerên Feminîst (KEFA) derbarê akademîsyenên ku di çarçoveya KHK’ê de ji kar hatin durxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat aşkerakirn ku dosyaya hin akademîsyenan jî bi daxwaza îxracê ji YOK’ê re hatiye şandin û daxuyanî wiha hat berdewamkirn: “ Hin hevalên me yên KEFA’yî ku hemû jiyana xwe ji bo azadî, aştî û edaleta civakî derbas kirne jî ji vê bê hiqûqiyê para xwe girtine. Sucdariyên ku ji aliyê KHK’ê ve li hevlên me tên krin nayên qebûlkirin.”
Endamên KFA’yê di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser pitgiriya ku dê bidin akademîsyenan û wia gotin: “ Hin endamên me yên akademîsyen ji ber ku daxwaza azadî û edaletê kirne bi mobîngê re rû bir û dimînin û dersên wan ji destên wan tên derxistin. Hin akademîsyen jî ji ber ku metnê îmzeyê yê ku akademîsyenan amade kirbû îmze kirn jî ji erka xwe hatin dûrxistin. Tevî vê rewşa neyînî jî em hêviya xwe ya ku dê rojekê hevalên me li peywira xwe vegerin zindî digirin û em ê heat dawiyê li gel hevalên xwe yên KEFA’yî ku bi neheqiyê re rûbirû man e bin.”
(mg/mk)