Ekrana ÎMC TV bi dirûşmên berxwedanê hat reşkirn

13:56

JINHA

STENBOL – Polîsan bi ser ÎMC TV de girtin. Polîsên ku bi ser ÎMC’ê de girtin di serî de dengê herikîna weşanê yê televîzyonê qut kirn û piştre jî ekrana wê reş kirn. Beriya ku ekrana kanalê bê reşkirn xebatkarên televîzyonê bernameya xwe ya zindî berdewam kirn û bi dirûşmên ku berz kirin gotin ku rastî tu caran nikarin bên reşkirn.

Bi qanûna ku ji aliyê AKP’ê ve hat derxistin ya bi navê Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ÎMC TV ya ku yek ji 12 TV û kanalên radyoyê yên ku di bin navê biryarê de hatin girtin e jî ekrana wê hat reşkirn. Polîsên ku hatin navenda ÎMC TV ya li Eyup’a Stenbolê xwestin ku weşana televîzyonê ya berdewam dike qut bikin. Di dema ku polîsan hewl dida weşanê qut bikin xebatkarên kanalê di weşana zindî de girtina televîzyona xwe ji gel re ragihandin û bi dirûşmên ku berz kirn qutkirna weşanê protesto kirn. Her wiha niqaşên di navbera polîs û koordînatorê weşana giştî yê ÎMC TV Eyup Burç de jî di dema ku weşan dihat qutkirnde li ser ekarna zindî bûn.

Her wiha Eyup Burç bertek nîşanî polîsên ku weşana kanala wan qut dikirn da û wiha got: “Hûn çima rûyê xwe digirin, dê xwabratî bi ser keve û dê zalim di dojehê de bişewitin. Em dijberên ku ji darbeyê darbeyan derdixin in û ji bo zaliman bijî dojeh.”

(dyc/mg/mk)