Mizgîn Ehmed: Divê li her derê parastina rewa pêş bikeve
13:57
JINHA
AMÛDÊ- Şêwirmenda Rêveberiya Xweser ya Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed di derbarê êrîşa xwekujî ya li bajarê Hesekê diyar kir ku, êrîşa li ser gelê sivîl êrêşkirin li dijî destkeftiyên şoreşa rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê ye.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed di derbarê êrîşa xwekujî ya ku şevê din li Salona El Senabî ya bajarê Hesekê pêk hatî nirxand. Mizgînê êrîşa li ser gelê sivîl wek êrîşa li beramberî hemû destkeftiyên rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyeyê nirxand û xwest ku gelê herêmê bi parastina rewa van êrîşan vala derxin.
Mizgînê destnîşan kir ku êrîşa xwekujî pêk anînek dervê exlaqê mirovahiyê ye û wiha axivî: "Hêzên me yên demokratîk li pir derên ku çete dagir kiribûn, serkeftinên mezin bidest xistin. Ev êrîş jî destkeftiyên têkoşîna me hedef dike û binkeftina wan ya li beramberî serkeftinên me îfade dike. Ji ber wê ye ku gelê sivîl tê hedef kirin. Em di siyaseta demokratîk de israr bikin û xebatên îlankirina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê bidomîn in. Divê em zanibin vê êrîşê destkeftiyê şoreşê hedef dike û em ê jî bi pêşxistina sîstema xwe ya federal bersiva herî di cih de ji bo van êrîşan bidin."
Mizgînê êrîşa bombeyî ya li Dîlokê jî hatî pêk anîn bi bîr xist û ev tişt li gotina xwe zêde kir: Li Dîlokê di saloneke dawetê de dîsa teqînek rû da û bi dehan ji gelê me yê welatparêz jiyana xwe ji dest dan. Niha jî li Hesekê di daweteke welatparêzekê de teqîn kirin. Çete wiha dixwazin vîna gelê me têk bibin. Naxwazin gelê me şadî û xweşî bijî. Li beramberî vê jî divê gelê me şiyar be û tedbîra hewce bigre. Li ser bingeha parastina rewa divê em li her derê jiyana xwe bi têkoşînê bilind bikin. Em ê ancex bi berxwedanê dikarin pêşî li êrîşan bigrin."
(mr-rh/en/rc)