Polis bi zorê ketin avahiya Ozgur Radyo yê û xebatkarên wê darbkirin!

15:16

JINHA

STENBOL – Polisan û mehmurê maliyê ser Ozgur Radyo ya ku di çarçova êrîşên ser medyaya muxalîf de weşana wê hatî asteng kirin de girtin. Xebatkarên radyoyê yên ku derî li polisan venekirin gotin: “Em ê weşana xwe berdewam bikin.” Polisan deriyê radyoyê şikandin û bi darbkirinê xebatkarên radyoyê girtin binçavan.

Polisan û mehmurê maliyê ser Ozgur Radyo ya ku weşana wê ji aliyê KHK’ê ve hatî birîn de girtin. Xebatkarên radyo yê yên ku derî li polisan venekirin gotin: “Em ê weşana xwe berdewam bikin.” Gelek polisên tîmên taybet li ber derê avahiya radyoyê komkirin û bi zorê derê avahiyê şikandin. Xebatkarên radyoyê jî bi darbkirinê girtin binçavan.

Hat zanîn ku yên ji bo piştevaniya radyoyê tên ber derê avahiyê jî binçav dikin. Hat gotin ku nuçegihana me Oyku Dilara Keskin jî girtin binçavan.

(odk/zt)