Şahidên êrîşa Hesekê ew kêlî vegotin

15:17

JINHA

HESEKÊ- Şahid û birîndarê ku di êrîşa xwekujî ya li salona Senabî ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê birîndar bûne ew kêlî vegotin.

Şevê din li salona Senabî ya bajarê Hesekê êrîşek xwekujî ku tê îdeakirina zarokeke 12 salî pêk aniye, bû sedema qetilkirina 30 kesan û birîndariya bi dehan kesî. Şahid û birîndarê vê êrîşê qala kêliyê êrîşê kirin.

Şahidê bûyerê Rênas Ehmed diyar kir ku dora saet 21.00'an de salon bi ser me de hat û her der reşbû. Êdî me tiştek nedît. Ez li ser lingan bûm. Yên din tev li erdê bûn. Me birîndar ji wir derxistin, zarok derxistin. Ez derketim ber derî lê derî nemabû. Me birîndar li wesayîtan siwar kirin û şandin nexweşxaneyê. Li ser cilên me tev xwîna birîndaran û ya şehîdan heye."

Sûzan Ehmed jî ku di salona dawetê de bûye ew kêlî wiha vegot: "Me dîlan dikir, bi yekcar teqîn rû da. Em reviyan, zarok li erdê bûn û kêliyên zehmet bûn. Wan kêfxweşiya me hedef kir, lê em ê bi israr bin di jiyaneke xweş û birûmet."

Birîndar Cîhad Ehmed jî wiha axivî: "Ez li ber derî rûniştibûm, teqîn çêbû û min tişteke din nedît. Her kes bi aliyek ve diçû. Zarokên birîndar û şehîd hebûn. Herkes li erdê bû. Ez anîm nexweşxaneyê. Ez dibêjim dê êrîşên wan biser nekevin."

(ls/en/rc)