Dewreya Mamosteyan a Şehîd Agirî bi dawî bû

15:30

JINHA

RIMÊLAN-Dewreya Mamosteyên jin ya bi navê Şehîd Agirî ku li Akademiya Şehîd Dorşîn di 1'ê îlonê de destpêkiribû, bi şahiyekê dawî bû.

Li Akademiya Şehîd Dorşîn ya bajarê Rimêlana Kantona Cizîrê di 1'ê îlonê de dewreya mamosteyên jin bi navê Şehîd Agirî destpêkiribû. Di dewreya ku ji 29 endaman pêk dihat, waneyên wek dîroka jinê, civaka xwezayî, dîroka Kurdistanê û Rojhilata Navîn û Jîneolojî hatibû dayîn. Dewre bi şahiyekê dawî bû.

Di şahiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir de, endama Desteya Perwerde û Fêrbûnê Semîra Hec Elî axivî. Semîrayê bal kişand ser civaka xwezayî û rola jinê di avakirina civakê de û wiha got: "Îro ev rol dubare li rojavayê Kurdistanê ji hêla jinan pêk tê. Xebata mamosteyan jî di vê wateyê de pir girîng e."

Endama Rêveberiya Xweser Peyman Bêrî jî wiha axivî: "Em bi hêvî ne ku dê zarokê welatê me di pêşerojeke azad de bijîn. Ev jî bi rêya mamosteyên zane dibe. We perwerde dît û divê hûn bi vê zanebûnê perwerdeya nifşê nû bidin." Peymanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê jî bi bîr xist û wiha domand: "Serokatî ji bo xeyalên xwe yên zaroktiyê pêk bîne, ji bo jiyaneke azad ewqas têkoşîn û berxwedaniyê dike. Em ê jî wek mamosteyên jin zarokan rast perwerde bikin."

Piştî axaftinan koma Jinên Têkoşer şaniyoka bi navê 'Jina Azad' pêşkêş kir. Herwiha Koma Şehîd Amara jî bi stranên xwe yên xweş mêvan û endamên dewreyê coşandin.

Şahî bi dûruşmeyên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(rd/en/rc)