Malbata Nurcan: Êşa me û hêrsa me mezin e
15:37
JINHA
STENBOL- Nurcan Aslan ya ku ji Melîh Bariş ve hat qetilkirn û daneşîna doza wê ya yekem bêyî malbata wê hat kirn, vê carê beriya dozê malbata wê dadgehê bû. Malbata Nurcan ji bo hemû jinan doza edaletê kir û wiha got: “ Êşa me û hersa me mezin e.”
Daneşîna 2’yemîn ya doza Nurcan Arslan ku ji aliyê Melîh Bariş ve di 30’ê çileyê de bi 10 guleyan hat qetilkirn, dê li Edliyeya Bakirkoyê li Dadgeha 13’emîn a Cezayê giran bê dîtin. Beriya daneşînê malbata Nurcan li ber edliyeyê daxuyaniyek da. Xuşka Nurcan, Gulcan Arslan diyar kir ku di nava 8 mehan de 175 jin hatin qetilkirin û li hemberî qetilkirna jinan banga piştgiriyê kir.
Gulcan di axaftina xwe de diyar kir ku her roj jinek tê qetilkirn, kujerên wan jî tên xelatkirin û got ku pergala hiqûqê zayendparêz tevdigere. Her wiha Gulcanê diyar kir ku ew tene ne ji bo Nurcanê li wir in û ew dixwazin ku bibin dengê hemû jinan.
Xuşka Nurcan Gulcanê diyar kir ku daneşîna yekem ya ku dihat payîn di 16’ê hezîranê de bê kirin berî bi 6 rojan bi awayê veşarî bêyî ku agahiya me pê hebe hatiye kirin û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Bersûcê girtî anîne edliyeyê û parastina wî hatiye kirn. Em malbata Nurcan bûn û mafê me yê ku em bi kujr re rûbirû bên hebû. Em vê helwesta dagehê şermezar dikin û em dibêjin ku êşa me û hêrsa me mezin e.”
(ro/gc/ mk)