Nûçegihana me Oyku Dilara li gel 16 kes binçav kirin
15:55
JINHA
STENBOL- Di serdegirtina Ozgur Radyo yê de nûçegihana me Oyku Dilara Keskin a ku nûçe dişopand û nûçegihanên ji bo piştevaniyê hatin ber avahiya radyoyê girtin binçavan.
Peyiwirdarên RTUK’ê yên ser avahiya Ozgur Radyo ya ku li Kadikoyê de ye girtin diyar kirin ku dê tenê biçin deriyê oda weşanê mohr bikin. Rêveberên weşana Ozgur Radyo jî diyar kirin ku dê weşana xwe berdewam bikin û derî venekin. Hat zanîn ku polisan bi zorê derî vekirin û ketin hindir.
Dema ku polisan derî şikandin û ketin hindirê avahiyê, Midurê ETHA yê Onder Oner û Rêveberê Weşana Atilimê Deniz Bakir yên ji bo piştevaniyê li hindirbûn li gel nûçegihana me Oyku Dilara Keskin a ku nûçe dişopand bi darbkirinê girtin binçavan. Xebatkarên radyoyê bi diruşma “Çapemeniya azad bêdeng nabe” serdegirtin şermezar kirin.
Beriya serdegirtinê weşana radyoyê girtin. Kolana ku radyo lêbû ji aliyê polisan ve hat girtin. Yên ji bo piştevaniya radyoyê kombûn di navê de editora ETHA yê İsminaz Temel û Berdevka SKM yê Fadime Çelebi jî heyî rastî êrîşa polisan hatin. Di êrîşa polisan de di navê de nûçegihana ETHA yê Pinar Gayip û endama SGD yê Ozge Dogan jî heyî gelek kes girtin binçavan.
Lêgerîna li Ozgur Radyoyê berdewam dike, navên hatin zanîn ku binçav kirine evin;
Xebatkarê radyoyê, Ali Sonmez Kayar
Xebatkarê radyoyê, Can Karakulak
Xebatkarê radyoyê, Ardanuş Ateş
Xebatkara radyoyê, Zeynep Derya Yıldız
Xebatkara radyoyê, Arzu Demir
Nûçegihanê ETHA yê Onder Oner
Nûçegihana ETHA yê, Ezgi Ozer
Gernendeyê Giştiyê Atilimê, Deniz Bakır
Endamê MYK ya ESP’ê, Sedat Şenoglu
Endamê Desteya Rêveberiya HDK’ê Ahmet Ayva
Nûçegihana JINHA yê Oyku Dilara Keskin û xebatkara radyoyê Nevcihan ya paşnavê wê nehat zanîn in.
(zt)