Ji Amedê heta Şirnexê hevkariya jinan

17:51

JINHA

AMED - Jinên KJA’yê bi hevkariyeke mezin alavên ku pêdiviya gelê Şirnaxê pê hebûn şandin Dêrgula Şirnexê.

Kongra Jinên Azad (KJA) bi riya kampanyaya ku bi şiyara “Ez xwedî li serokê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim” ji bo ku piştgiriyê bi de gelê Şirnexê ya ku 7 meh in qedexeya derketina kolana lê heye û tevî vê astengiyê jî niştecihên wê warê xwe terk nakin malzemeyê ku ji pêdiviyên giştî pêk tên ji Dêrgula Şirnaxê re şand. Qemyoneke mazemeyên ku ji aliyê hevkarên KJA’yê ve hatin topkirn ku ji pêdiviyên wekî cil û berg, xurek û hrw. pêk dihatin ji depoya Komeleya Piştevaniyê ya Rojava ku li Sumer Parkêy re hatin şandin. Her wiha alavên ku hatin komkirn ji aliyê jinên KJA’yî ve li qemyonê hatin barkirn.

Endama Koordînasyona KJA’yê Hatîce Makas diyar kir ku wan bi hevkariya jinana ev xebat kiriye û ji bo ku van alavan li tax bi taxê Amede geriyane.
Her wiha Xatîceyê ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê jî bang li jinan kir ku tevli hevkariya ji bo herêmên xwerêvebirinê bibin.

(md-ma/gc/mk)