ROJEVA 5'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Şanogerên jin biryara girtina Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê şermezar kirin. Jinên şanoger destnîşan kirin ku huner gerdune lewre nayê astengkirin.

*Mamosteyên kantona Kobanê têkîldarê êrîşa çeteyan ya li bajarê Hesekê diyar kirin ku, ji ber rêbazê DAIŞ'ê yê şer jî dervî rêgezê mirovahiyê ye zarokan perwerde dikin.

*Çîgdem îldan (Jiyan Şer) ya di berxwedana dîrokî ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da, ji bo Ceylan Onkola kul i Licê di encama topa havanê ya leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû helbestek nivîsî û ev helbest qedera gelekî ya ji duh heta îro vedibêje. Çîgdem di rêzên xwe de bi hestên Ceylanê ‘…Ez ne zarokek welatekî birîndarim’ tîne ziman.

*Li Dersimê ji bo ku hilbêrîna hevpar bê berdwamkirin xebatên Gerînendetiya Polîtikaya jinan berdewam dikin. ’Bostanê xwezayî’yê ku ji aliyê Hevseroka polîtikaya jinan Ayten Kordu ve hat çandin ji bo xebta li bostan her ku diçe xebatkarên dildar zêde dibin. Hevseroka Polîtikaya jinan Ayten diyar kir ku ji xebata li bostanan armanc jiyanek komûnal bû.

*Di ser 10’ê cotmehê komkujiya Enqereyê de salek derbas bû. di salekê de pêvajoya şer kûr bû, li Kurdistanê polîtîkayên komkujî û îmhayê ketin dewrê. Di 10’ê cotmehê de li Enqereyê li Gara Tirînê welatiyên hatibûn ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrastiyê’ daxwaza aştiyê tevî hemû komkujiyan qîr kirin. Di pankara wê rojê hat vekirin hîna cihê xwe diparêze: ‘Me çiqas bêrî kiriye ku bê xwîn li ezmanan binêrin.”

*Çirûska hêviyê Naîle Yûsif (Jînda Ronahî) piştî salên dirêj yên li çiyayên Kurdistanê, li Rojava di berxwedaniya li hember çeteyên El Nusra de li gundê Qestel Cindo jiyana xwe ji dest dide. Bi boneya salvegera bîranîna wê malbat nirxandin kirin.

*Li Eskîşehîrê li Kolana Hanimelî hilberînên keda destê jinê tên firoin. Li vê kolanê tenê jin esnafiyê dikin û jin hilberînên bi destên xwe çêkirine, hilberînên ekolojîk li vir pêşkêşî gel dikin.

*Qanûna li ser navê Ozgecan Aslanê ya têkildarî komkujiya jinan de hat derxistin, hîna di meclîsê de derbas nebibû li Mardînê jî bûyerek wisa hat jiyîn. Ayşe Akyuz li cihê êzingan a nêzî mala xwe bi şewitandinê hatibû qetilkirin. Parêzer Kamîle Arisoyê got di pergala heyî de ne qanûn, ya pêk tê bi pirsgirêke û got: “Divê nêrîna zayendî demildest bê terkirin, divê qanûnên ku wekheviya jin û mêr pêk tîne, divê mexdur ji zayend û nasnameya xwe serbixwe, bi awayekî objektîf pêk tîne pêk were.”