'Êrîşa Hesekê li dijî mirovahiyê ye'

09:02

Berçem Ebdulqadir-Rabîa Êto/JINHA

KOBANÊ- Mamosteyên kantona Kobanê têkîldarê êrîşa çeteyan ya li bajarê Hesekê diyar kirin ku, ji ber rêbazê DAIŞ'ê yê şer jî dervî rêgezê mirovahiyê ye zarokan perwerde dikin.

Di êrîşa xwekujî ya li bajarê Hesekê ku 3'ê cotmehê li salona Senabîl rû da û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan, tê îdeakirin ku zarokekê ev êrîşa pêk aniye. Di encama vê êrîşa xwekujî de bêtirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan 90 kes jî birîndar in. Mamosteyên Kantona Kobanê li dijî vê êrîşê nêrîna xwe ji ajansa me re parvekirin.

'Gelê Rojava hîna bêtir bi hêz dibe'

Mamoste Leyla Miso diyar kir ku êrîşkirina gelê sivîl ji xwe dervî rêgezên ehlaqîne û wiha got: "Êrîşa xwekujî bi zarokekê dane kirin, ev li dijî mirovahiyê ye. Em êşa gelê xwe li Hesekê parve dikin. Gelê kurd û Rojava tev dê li dijî van tîqîn û êrîşan hîna bêtir hêza xwe xurt bikin. em ê doza xwe û têkoşîna xwe bidomînin, heya em bigihîjin armanca xwe."

'Êrîş ji exlaqê mirovahiyê dûr e'

Rêvebera dibistanên Kantona Kobanê mamoste Şêrîn Îsmaîl jî ev tişt got: "Em wek mamosteyên Kobanê dibêjin ku bikaranîna zarokên temen piçûk di êrîşan de bê wîjdanî û bêexlaqî ye. Ev zarok diviya niha di dibistanê de bixwendibûya. Fêrî çand û zenebûnê bibûya. Lê çeteyan ew kirin hebûneke hov ku êrîşê gelê sivîl bike. Êrîşa ku pêkhatî birastî ji exlaqê mirovahiyê dûr e. Divê malbat jî şiyar bin, haya wan ji zarokên wan hebe. Wan ber bi rêya rûmet û pênûsê rêbikin. Em ê wek gelê kurd jî li pêşiya hemû astengî û zoriyan bisekinin."

Şêrînê di dawiyê de jî sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

(en/rc)