Di rêzên berxwedêra Sûrê Jiyanê de çavên Ceylanê
09:05
JINHA
AMED – Çîgdem îldan (Jiyan Şer) ya di berxwedana dîrokî ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da, ji bo Ceylan Onkola kul i Licê di encama topa havanê ya leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû helbestek nivîsî û ev helbest qedera gelekî ya ji duh heta îro vedibêje. Çîgdem di rêzên xwe de bi hestên Ceylanê ‘…Ez ne zarokek welatekî birîndarim’ tîne ziman.
Endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan (Jiyan Şer) di dagirkirina Sûrê ya Amedê de di berxwedana 103’î de hat qetilkirin û bedena wî piştî 6 mehan şûnde hat teşîskirin û hat defikirin. Gotinên ‘li ser van xakan zarok zû dimrin’ di jiyana Jiyanê de veşariye. Jiyan di 1982’an de li Licê hat dinê û bi valakirina gundanre koçî Amedê kir.
Jiyana wê di rêzan de veşariye
Jiyan dema 12 salî bû xwişka wê Rozerîn li Licê tevlî PKK’ê bû û 4 sal şûnde jiyana xwe ji dest daye. Bi xwişka wê re 20 jinên PKK’î jî jiyana xwe ji destan û vê bandorek mezin li ser Jiyanê kir. Jiyanê ji bo Ceylan Onkola 12 salî helbestek nivîsiye û ev piştî ku jiyana xwe ji dest daye derket holê.
(hu)