10’ê cotmehê: Yên dixwazin bê xwîn li ezmanan binêrin (1) - DOSYA
09:07
Qêrîna kevokên aştiyê naqede
Duygu Erol/JINHA
ENQERE- Di ser 10’ê cotmehê komkujiya Enqereyê de salek derbas bû. di salekê de pêvajoya şer kûr bû, li Kurdistanê polîtîkayên komkujî û îmhayê ketin dewrê. Di 10’ê cotmehê de li Enqereyê li Gara Tirînê welatiyên hatibûn ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrastiyê’ daxwaza aştiyê tevî hemû komkujiyan qîr kirin. Di pankara wê rojê hat vekirin hîna cihê xwe diparêze: ‘Me çiqas bêrî kiriye ku bê xwîn li ezmanan binêrin.”
Di 10’ê cotmeha 2015’an de jig elek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi sedan welatî bi dirûşmeya ‘Em diçin aştiyê bînin’ derketin rêya Enqereyê. Piştî êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li Amedê, li Pirsûsê jî di 20’ê Tîrmehê de li dijî ciwanên SGDF’î ku diçûn Kobanê komkujî pêk hat. Kesên li dijî mirinê aştî parastin dîsa ji bo carek din aştiyê bînin ziman xwestin di 10’ê cotmehê de dîsa biqîrin. Welatî di 10’ê cotmehê de li ber Gara Tirînê ya Enqereyê hatin cem hev. Pankara ‘Me çiqas bêrî kiriye ku bê xwîn li ezmanan binêrin’ vekirin. Saet di 10.04’ann de kevokên aştiyê bi xwînê boyax kirin. Du bombeyên zindî yên DAIŞ’ê êrîş pêk anîn û 101 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
7’ê Hezîranê aştî û hêvî ji nûve şîn kiribû
Di 7’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê baweriya wekhevî, demokrasî, aştî û azadiyê ji nûve şîn bû û hêvî mezin bibû. Du roj beriya hilbijartinê yanî di 5’ê Hezîranê de li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê êrîşa bombeyî pêk hat û 5 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn. Tevî van komkujiyan, êrîşan û propagandaya reş li Tirkiyeyê aştî, demokrastî û wekheviyê qezenc kiribû.
Komkujiya Pirsûsê û pêvajoya şer ya piştî wê pêş ket
Desthilatdariyê komkujiya 5’ê Hezîranê ji nedîtî ve hat û xwest di hilbijartinan de îradeya gel bişikîne. Lê îradeya xurt a gel hesab nekiribû. Ji ber vê dest bi komkujiyan kir. Piştî komkujiya Amedê, vê carê li Pirsûsê li dijî ciwanên Sosyalîst ku dixwestin biçin Kobanê komkujî pêk anîn.33 ciwanên sosyalîst hatin qetilkirin, bi sedan ciwan birîndar bûn. Vê yekê welat berbi kaosê ve bir.
Tevî her tiştî bloga Aştiyê hat avakirin
Ev teqînên hatin jiyîn bû nîşaneya qedexe, pevçûn û operasyonan. Li Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û pevçûn her çûn mezin bûn. Li dijî van hemû êrîşan partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî û saziyên civaka sivîl ji bo aşatiyê Bloga Aştiyê ava kirin. HDK, HDP, CHP,KESK, TTB, TMMOB û DÎSK’ê bloga aştiyê ava kirin û ji bo wekhevî û aştiyê qîr bikin di 10’ê cotmeha 2015’an de banga mîtînga li Qada Sihhiyeyê kirin.
Em ji bo aştiyê diçin
Li ser vê bangê di 10’ê cotmehê de bi şîara ‘Ji şer re înat, hema niha aştî’ bi sedan kes li Gara Tirînê hatin cem hev. Bi tevlîbûna hezaran kesî dihat plankirin ku saet di 12.00’an de li qada Sihiyê mîtîng pêk bê. Girse bi kortejê ketin rê û saet di 10.04’an de du bombeyên zindî êrîş pêk anîn. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran birîndar bûn. Hêzên dewletê di vê êrîşê de gaza îsotê û ava şit avêtibû ser gel û bi dehan birîndar jî ji ber vê fetisîbûn.101 kesî jiyana xwe ji dets da bû.
Komkujiyê aştî û wekhevî hedef girt
Komkujiya 10’ê cotmehê pêşiya hilbijartinên zû hatibû kirin û ev li dijî şikestina îradeya gel bû. teqîn li dijî îradeya gel bû. Rojek beriya komkujiya Enqereyê diyar kiribû ku wê PKK biryara xwe ya agirbesta yekalî ya heta 11’ê Mijdarê roja 11’ê cotmehê aşkera bike.
1’ê Mijdarê, dorpêç û komkujiya sîstematîk
Serokkomar Erdogan û AKP îradeya gel ya di 7’ê Hezîranê de derketiya holê tine hesiband û di 1’ê Mijdarê de dîsa çû hilbijartinan. Di 16’ê Tebaxê de li Gimgima Muşê qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî vê li nêzî 80 taxên Kurdistanê bi tevahî hezar û 461 rojî berdewam kir. Di qedexeyan de bihezarna kes hatinqetikirin. Li Cizîrê nêzî 100 mirovî di bodruman de hatin şewitandin. Li Şirnex, Sîlopî, Nisêbîn û Sûrê jî di qedexeyan de bi sedan mirov hatin qetilkirin.
Tevî hemû mirin, komkujî û zextan îro bindest daxwaza aştiyê berdewam dikin.
Sibê:Di 10’ê cotmehê de jinên aştî emanet hiştin
(hu)