Komxebata sitargeha jinan îsal li Edeneyê ye
10:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Dê 19’emîn Komxebata Navenda Piştevanî û Sitargeha Jinan bi sernava “Nêzîkatiya Rêveberiyên Herêmî ya li Têkoşîna Lihember Şideta ser Jinan, Derfetên Hevkariya Rêxistinên Jinan” di 15-17’ê cotmehê de li Edeneyê bi malavahiya rêxistinên jinan pêkbê.
Dê 19’emîn Komxebata Jinan û Navenda Piştevaniya şêweyê têkoşîna li hember şideta ser jinan li Edeneyê bê lidarxistin. Komxebata ku ya despêkê di sala 1998’an de ji aliyê Wexfa Mor Çati ya Jinan ve hatî lidarsitin her sal li bajarek cuda bi malavahiya rêxistinên jinan tê lidarxistin.
Dê îsal jî malavahiya komxebatê bi sernava “Nêzîkatiya Rêveberiyên Herêmî ya li Têkoşîna Lihember Şideta ser Jinan, Derfetên Hevkariya Rêxistinên Jinan” ji aliyê Navenda Piştevaniya Jinan a Edeneyê û Komeleya Mala Stargehê (AKDAM) ê ve bê kirin. Dê komxebat di 15-17’ê cotmehê de Otela Şirin Park a Edeneyê bi tevlîbûna rêxistinên jinan bê lidarxistin.
(zt)