Girtiyên Girtîgeha Şirnexê ketin greva birçîbûnê
10:24
JINHA
ŞIRNEX - Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Şirnexê ji bo ku lêpirsîna derbarê îsyanê de were zelalkirin û pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên tecrîdê bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber êrîşên hêzên dewletê û qedexeya li ser bajar ev 7 meh in di nava tecrîdek giran de ne. Herî dawî di encama îsyana girtî û derketina agir de zarokên girtî yên bi navê Cerxwîn Akdenîz û Seyîd Riza Şaran jiyana xwe ji dest dabûn. Girtiyên siyasî ji bo ku lêpirsîna derbarê îsyanê de were zelalkirin û pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên tecrîdê bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirin.
Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê Parêzer Şeyma Ulper diyar kir ku girtiyan ji bo zelalkirina lêpirsîna derbarê îsyanê de hatiye destpêkirin demek zû bi encam bibe dest bi grevê kirine û ger ev yek neyê zelakirin dê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger bikin.
(kom/zt)