Qeyûm kete Şaredariya Hênê jî
10:29
Cotmeh
5
/ 2016
JINHA
AMED - Piştî ku hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu hat girtin qeymeqamê Karazê wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin.
Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu di 8'ê Îlonê de hat binçavkirin, piştî 22 rojan sewqî dadgehê kirin. Abdurahman bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" girtin, piştî hevşaredar girtin qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qeymeqamê Karazê Yusuf Turan wekî qeyûm tayînî şaredariya Hênê hatiye kirin.
(kom/zt)